Nobeta Azadiyê ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ev 11 sal in li Strasbourgê dewam dike, vê hefteyê bi koma ji bajarê Elmanyayê Kasselê dewam dike.
Nobeta Azadiyê ku ji aliyê Înîsiyatîfa 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' di 25'ê Hezîrana 2012'an de ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Fransayê Strasbourgê dest pê kir di hefteya 538'an de dewam dike.
Her hefte komek ji Kurd û dostên wan ên li Ewrûpayê tevlî çalakiyê dibe. Çalakgerên vê hefteyê jî ji bajarê Kasselê ne. Serhand Akad, Leyla Kassel û Ahmed Başûr çalakî dewr girtin.
Berdevkê komê Serhan Akad got, ev 11 sal in li pêşiya Konseya Ewrûpayê nobetê digirin: "Saziyên Ewrûpayê li hemberî tecrîdê xwe kerr û lal kirine. CPT beriya çend rojan serdana Rêberê me kir, lê agahiyan parve nake. Bi mehan e em nikarin agahiyê ji Rêberê xwe bigirin. Divê ciwan hemû xwedî li Nobeta Azadiyê û Rêberê xwe derkevin."
Leyla Kassel jî got, ew ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di nobetê de ne: "Em hemû zanin ku heta Rêberê me azad nebe, em nikarin azad bibin. Rêbertî niha li zindanê ji me bêhtir li ber xwe dide. Divê Kurd hemû li vir li hev bicivin. Hêvîdar im ku Nobeta Azadiyê wê azadiya gelê me û Rêberê me misoger bike. Azadbûna gelê Kurd wê were wateya azadiya gelên mezlûm ên li tevahiya cîhanê. Ji ber ku paradîgmaya Rêberê me ji bo gelên bindest hemûyan e. Divê gel li pişt vê paradîgmayê bisekinin."
ANF/STRASBOURG