Karker û karmend li meydanan in

Sêşem 21 Sibat 2023 - 00:39

Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ ku zêdetirî 5 mehin li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi çalakiyên cûda dewam dike. Vê carê xelk û karmend li dijî nebûna xizmetguzarî û rewşa xirab a jiyanê daketin qadan.

Divê çarçoveyê de li bajarê Kirmaşan, Ehwaz, Şuş û Şuşter teqawidên saziya xizmeta civakî li dijî rewşa xirab a jiyanê û xemsariya berpirsan a li beramberî xwestekên wan xwepêşandanek lidarxistin.

 

Karkerên tekstîlê di grevê de ne

Li Tehranê jî xwediyên firneyan û nanpêjan çalakiyeke nerazîbûnê li dijî nebûna alîkariyên hikûmetê ya ji bo peydakirina kelûpelên pêwîst lidarxistin.

Li bajarê Yasucîş karkerên şaredariyê li dijî derengketina mûçe li ber avahiya walîtiya bajêr xwepêşandan lidarxistin.

Her wiha li bajarê Tebrizê jî mamosta û karmendên perwerdê li dijî kêmkirina muçe nerazîbûn nîşandan.

Li bajarê Yezdîş li beramberî bicihneanîna daxwaz û rewşa xirab a jiyanê karkerên tekstîlê dest bi grevê kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.