Karamus: Xiyaneta we ne rewa ye

Nûçeyên Dîaspora

Yekşem 1 Gulan 2022 - 21:12

  • Dawiya hefteyê Kurdan û dostên wan bi meş û çalakiyên navendî yên li Elmanya, Fransa, Swîsre, Swêd û Danîmarkayê dagirkeriya dewleta Tirk û êrişên qirkirinên şermezar kirin

Dawiya hefteyê Kurdan û dostên wan bi meş û çalakiyên navendî yên li Elmanya, Fransa, Swîsre, Swêd û Danîmarkayê dagirkeriya dewleta Tirk û êrişên qirkirinên şermezar kirin. Li bajarê Elmanyayê Dusseldorfê bi hezaran es civiyan û peyameke eşkere dan: Kurd xwedî li gerîlayên Kurdistanê û şerê wan ê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya malbata Barzaniyan radibe.

Di çalakiya li bajarê Elmanyayê Dusseldorfê de Endama Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed got, “Ev sedsal ji bo gelê Kurd sedsala man û nemanê ye. Di vê gelê Kurd li her warî têkoşînê xurt bike.” 

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamus jî got, “Ev şer li dijî tevahiya gelê Kurd e. Ev êrîş li hemberî statuya Şengal û Rojava ye. Em wek KNK´ê bang li PDK’ê û bi taybetî serokê wê Mesûd Barzanî, serokê meclîsa herêmê dikin; dîmenê hevkariya ku hûn bi Erdogan re li Enqere, Antalya û Stenbolê nîşan didin, dîmenê rûreşiyê ye. Di vê dîmenê de Kurdîtî, û welatparêzî nîne. Kesê ku destê xwe daye dagirkeran nikare bibe nûnerê gelê Kurd. Em hevkarî û xiyaneta we rewa nabînin.”

DUSSELDORF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.