• Artêşa Tirk di êrişên xwe yên li dijî Rojava de jî, hiqûqa şer a navneteweyî û hiqûqa insanî ya navneteweyî bin pê dike. 

Artêşa Tirk di êrişên xwe yên li dijî Rojava de jî, hiqûqa şer a navneteweyî û hiqûqa insanî ya navneteweyî bin pê dike. Di êrişên xwe yên doh û pêr de hem deverên sivîl kirin armancên bombebaranên xwe û hem jî bombe li stasyona ceyranê ya deverê barandin. 

Ji pêr ve bê navber bi dijwarî êrişî Til Temirê û gundên navçeyên Til Temir û Zirganê dike. Artêşa dagirker, doh gundê Dirdara yê li bakurê Til Temirê, Til Şenan ê Asûran ê li bakur rojhilatê Til Temirê, Til Cûma yê Asûran ê li rojavayê navçeyê, gundê Xeybiş ê li başûrrojavayê navçeyê û stasyona elektrîkê ya Til Temirê topbaran kirin.

Wekî din li Zirganê jî artêşa Tirk gundên Til El-Werd, Xirbet Şiêr yên başûrê navçeyê û gundê Dade Ebdel ê li bakurê Zirganê bi top û hawanan bombe kir.

Doh nîvrojê topbarana li dijî Gundên Xeybiş a Jêrîn û Qesir Toma Yelda yên rojavayê navçeya dijwartir bû; ev gund jî tenê kîlometreyeke dûrî navenda navçeyê ne. Di heman demê de balafireke bêmirov a biçek jî li ser herêmê digeriya.

ANHA/HESEKÊ