Ka hûn garantor bûn!

Pêncşem 11 Tebax 2022 - 22:18

  • Xelkê Rojavayê Kurdistanê ji Kobanê heta bi Dêrikê bi çalakî û xwepêşandanan êrişên qirkeriyê yên dewleta Tirk rûreş kirin û ji garantoran jî xwest, yan erka xwe pêk bînin, yan jî biçin.

Bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sûcên li dijî welatiyan, xelkê navçeya Amûdê li pêşiya avahiya têkiliyan a Rûsyayê xwepêşandan kir. Xelkê navçeyên Dêrik û Girkê Legê jî du xwepêşandanên girseyî li dar xistin. Li herêma Firatê jî çalakiyeke girseyî li dijî êrişên dagirkeran hat lidarxistin. 

Bisedan şêniyên navçeyên Dêrikê, herêmên Beravê û Koçerat jî li Qada Azadî ya naverasta Dêrikê ya kantona Qamişlo kom bûn û şerê qirkirinê yê dewleta Tirk li djiî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, protesto kirin

Xwepêşandanê ji Qada Azadî dest pê kir û ber bi Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê ve dewam kir. Xwepêşanderan sloganên "Na ji dagirkeriya Tirk re, bijî berxwedana rêber Ocalan û na ji xiyanetê re û erê ji yekitiya refa kurdî re" berz kirin.

Xwepêşandêran bi pankartan bang kir da ku girtina qada hewayî ya herêmê pêk were. 

Li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan, meş veguherî mitîngê. Li wir bi navê Meclisa Rûspiyan û Meclisa Oldaran Şêx Sînan Seydoş axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina zarok û welatiyan hemû xetên sor ên olan û qanûnên navneteweyî binpê kirin. Seydoş bang li rêxistinên navneteweyî, hiqûqî û mafên mirovan kir da ku li hemberî van êrişan bi erka xwe rabin û dawiyê li bêdengiya xwe bînin.

Têkoşîn li dijî dagirkeriyê

Li Girkê Legê jî bi sedan kes li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan û êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandan kirin û ber bi Qada Şehîd Xebat ve çûn.

Xwepêşandêr li kolanên sereke yên navçeyê geriyan. Li kolana sereke ya navçeyê endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Girkê Legê Idrîs Ehmed îşaret bi berxwedana rêber Ocalan kir û got, "Berxwedana Rêber Ocalan a di girtîgeha Îmraliyê de ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê veguheriyê çavkaniya hêzê."

Idrîs Ehmed banga bilindkirina têkoşînê û çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan kir. Wî her wiha bang li gel kir da ku li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk, têkoşînê mezin bikin û got: “Divê têkoşîn bingeha serketinê be.”

Bila Rûsya helwêsta xwe zelal bike

Bi heman armancê, xelkê navçeya ser bi Qamişlo Amûdê jî li pêş navenda têkiliyan a Rûsyayê ya li Amûdê xwepêşandan kirin û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. Şêniyan her wiha bang li Rûsyayê kir da ku helwêsta xwe li hember sûcên dagirkeriya Tirk zelal bike.

Beşdarên xwepêşandanê ji qada Şengalê ber bi navenda têkiliyan a Rûsyayê ya li başûrê navçeyê ve meşiyan.

Li pêş navenda têkiliyan a Rûsyayê, endama Kongra Star a navçeya Amûdê Cemîle Mihemed got, bi hezaran zarokên wan di encama êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye de şehîd bûn û heta niha bêdengiya navneteweyî dewam dike.

Cemîla got, “Hêzên me yên leşkerî destketiyên me diparêzin. Divê Rûsya û Emerîka li hember êrişên hov ên Tirkiyê helwêsteke hişk nîşan bidin, yan jî bila ji herêmên me derkevin.

Piştre bi navê xwepêşandêran şandeyek çû nivîsgeha berpirsê navenda têkiliyan a Rûsyayê da ku helwêsta welatê xwe li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û sûcên li diîj welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zelal bike.

Dawiyê li bêdengiya xwe bînin

Bi hezaran xelkê Kobanê, xwepêşandaneke girseyî li dar xist û êrişên dewleta Tirk ên bi balafirên bêmirov ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Xelkê herêma Firatê, li Qada Jina Azad a Kobanê kom bû û ber bi Qada Şehîd Egîd ve meşiya.

Li Qada Şehîd Egîd, endama rêveber a Kongra Star a Herêma Firatê, Macîde Hesûn got, "Em berxwedana gerîla silav dikin. Vê berxwedanê pîlanên dagirkeriyê têk birin û hesabên wan tevlihev kirin.

Êrişa dawî li ser Qamişloyê nîşaneya kîna dewleta Tirk a faşîst li dijî pêkhateyên herêmê ye. Divê dewletên garantor dawiyê li bêdengiya xwe bînin."

Macîde Hesûn bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir da ku xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî li hember êriş û komên dewleta Tirk a dagirker bi rêxistin bike: "Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dê xwe bi rêxistin bikin û li hemberî dagirkeriyê bisekinin.”

Kes tiştekî nake

Ji ANHA´yê Yehya El-Hebîb bi hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar axivî. Riyad Derar got, zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê encama lihevkirinên di civîna Soçiyê de ye. Derar got, dibe ku hevkariyek di navbera hikûmeta Şamê û dagirkeriya Tirk de li dijî Rêveberiya Xweser hebe û eşkere kir ku peywendiya wan bi aliyên navneteweyî re heye, lê kesek ti tiştî nake.

Hevserokê MSD`ê, gavên dîplomatîk ku li hember van êrişan pê rabûne, eşkere kirin û got, “Her tim di navbera me de têkildarî gelek dosyayan peywendî hene. Pirsgirêk niha ew e ku kes ti helwêstê nîşan nade. Hemû li bendê ne. Hinek hesaban ji Tirkiyê re dikin ji ber ku dewleteke mezin e û berjewendiyên wan pê re hene.”

ANHA/QAMIŞLO-KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.