Ka ew rojên berê?

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 4 Tîrmeh 2022 - 22:00

  • Hunermend Elî Mîr ji Meşheda Xorasanê ye, bi wêneyên xwe yên xweşik û dilsoz daye pey bibîranînên zarokatiyê û ji van bibîranînan koleksiyoneke wêneyan çêkiriye. Wêneyên wî zarokatiya meriv tînin bîra meriv.

XASÊ CÛNÊ

Li vê dinyayê meriv hetanî ku dimirin, gelek bibîranînan kom dikin. Nexasim jî serpêhatî û bibîranînên zarokatiyê qet naçin ji bîra wan û gelek caran meriv li bibîranînên zarokatiya xwe vedigerin û dema wan rojan bi bîr tînin ango behsa wan rojan dikin, timî dibêjin, “Rojên berê çi xweş bûn” yan jî dibêjin, “Xweziya me bi wan rojên berê” û bi van gotinan li rabuhiriyê difikirin. Helbet li gel bibîranînên xweş ên nexweş jî hene. Meriv li gel bîbîranînên xweş yên ne xweş jî tînin bîra xwe. Hunermend Alî Mîr ji Meşheda Xorasanê ye, bi wêneyên xwe yên xweşik û dilsoz daye pey bibîranînên zarokatiyê û ji van bibîranînan koleksiyoneke wêneyan çêkiriye. Dema meriv çav bi vê koleksiyana wêneyên wî dikeve, yekser hişê meriv diçe ser bibîranînên zarokatiyê û meriv wan rojan yek bi yek bi bîr tîne.

Ew zemanê kevn, ew rojên xweş mixabin çûn û êdî venagerin. Piştî ku mirovan ji gundan berê xwe da bajaran, ew serpêhatiyên xwe jî hiştin li wan gundan. Helbet li bajaran jî meriv bibîranînên baş û ne baş kom dikin, lê ew ti carî nabin weke yên gundan. Yên gundan li gorî bajaran xwezayî ne û dilsoztir in. Wêneyên di nav koleksiyona Elî Mîr de jî vê dilsoziyê nîşan didin. 

Ji ber ku dema em zarok bûn, me nivînên malê yên li ser hev dianîn xwarê û bi wan şer dikir. Yan jî gelek caran bi nivîn û hin tiştên din yên navmalê me ji xwe re dilîst û ji wan amûrên nav malê, tişt disêwirandin ji xwe re. Gelek caran jî bi zarokên din ango pismam û dotmamên xwe re, me xwe li ber televizyonê dirêj dikir û li xêzefilman temaşe dikir. Jixwe, tenê li malekê televizyon hebû û em mecbûr bûn ku tevde herin wê malê.

Wekî din şansê me tine bû! Carê jî dema li hewşa malê merş û xalî dihatin şûştin, me xwe li ser xaliyan gêr dikir û em şilopilo dibûn. Lê êdî li bajaran nivîn tine ne, merş û xalî li hewşan yan jî şaneşînan nayên şûştin, telefon ketine dewsa televizyonan û weke berê kes nayê cem hev. Dema tên cem hev jî, ew tehma berê çênabe. Ji lewma, dema em li serpêhatiyên xwe yên zaroktiyê difikirin, em dibêjin, “Xweziya me bi rojên berê, rojên berê çiqas xweş bûn.”

Him li ser kaxizê û him jî dîjîtal xêz dike

Elî Mîr di sala 1976’an de li Meşhedê hatiye dinyayê. Ew di zarokatiya xwe de û her wiha di ciwaniya xwe de jî bi îllustrasyonê daketiye û gelek bibîranînên xwe yên zarokatiyê xêz kirine. Dema dibistana amadeyî yanî lîse xwendiye, bala wî li ser bîrkariyê bûye û li zanîngehê jî sêwirandina pîşesaziyê xwendiye. Kesî ji bo xêzkirinê alîkarî nedaye wî. Bêyî perwerdeya vî karî ew xwe bi xwe hînî vî karî bûye û dema 17 salî ye, pirtûka xwe ya yekem a xêzan ango îllustrasyonanê çap dike. Destpêkê ew dîjîtal naxebite, li ser kaxiz û bi qelemê xêz dike. Lê piştî ku dijîtal bi pêş dikeve û derfetên wî jî çêdibin ew bi dijîtalê xêz dike. Di tûrikê wî de pirtûkên zarokan, kovar, anîmasyon û hin karên reklamê hene. Yanî ew bi gelek karan re mijûl e û xêz dike. Lê ew bi xêzkirina bibîranînên zarokatiyê xwe azadtir û baştir hîs dike. Ji lewma jî tercîha wî axlebî, serpêhtiyên zarokan in. 

Koleksiyona ‘Rojên berê yên xweş’

Elî Mîr ji bo zarokan gelek wêne xêz kirine û di her weneyekî wî de serpêhatiyek heye. Ew tişten besît û ji rêzê xêz dike. Lê ji ber wêneyên wî dilsoz in û behsa bibîranînên zaroktiyê yên hevpar dikin, meriv ji wêneyên wî hez dikin û bi saya wêneyên wî wan rojên xwe yên xweş yên zaroktiyê tînin ber çavên xwe. Yanî dema meriv li wêneyên wî dinihêre jidil jî serpêhatiyên zarokatiyê weke filmekî di ber çavên me re derbas dibin. Ji xwe wî jî navê “Rojên berê yên xweş” li koleksiyona xwe kiriye, û ev koleksiyona xwe weke pirtûk çap kiriye. Di danasîna pirtûkê de tê gotin, “Dema mirov li dîmenên berê yên zarokatiyê temaşe dike, meriv kêfxweş dibe û meriv serpêhatiyên xwe bi bîr tînin. Di nostaljiyê de ji bo her merivî hestên xweş û taybet hene. Ji bo meriv karibe vê hestê bide hîskirin, yek ji riyên herî baş jî çêkirina îllustrasyonan e. Ev pirtûk weke albûmeke şexsî ya nivîskar bala we dibe ser bibîranînên zarokatiyê yên rojane. Ew bi metn û îllustrasyonên xwe ji bibîranîn û serpêhatiyên xwe yên zarokatiyê sûd werdigire û vê koleksiyonê ava dike.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.