Joséphine û muzeya Bowes

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 5 Mijdar 2020 - 23:13

  • Joséphine Bowesê, beriya bêhtirî bi 150 salan biryar da muzeyekê ji berhem û koleksiyonên hunerî re çêke. Di wextekî de ku li welatê muze lê çêkirî, jin nekarîn bibin xwedî milk jî.

Joséphine Bowes ne tenê hunermendek e; ew li pêş dema xwe bû. Wê ji bo berhemên hunerî, ji koleksiyonên hunerî bigihin xelkê û amê, malek hazir kir. Yanî muzeyek damezrand. Ew di vî warî pêşengek e. Ew ne ji malbateke arîstokrat jî bû, lê di temenê xwe yê kurt ê 48 salan de wê ew bi gelek rolan rabû: hunermend, koleksiyoner, modevan, aktrîs… Lê beriya hemûyan jî damezrînera yekê ji kevintirîn muzeyên hunerî yên taybet.
Derheqê wê de em bi gelek tiştan nizanin, beriya ku ew sala 1847´an bi navê Joséphine Coffin-Chevallier dibe hunermendeke Théâtre des Variétés li Parîsê. Wê salê wê John Bowes nas kir. John Bowes xwedî erd, karsaz, xwedîkerê hespên bezê bû. Ew ji parlamenterên berê yê partiya Liberal a South Durhamê (Ingilîstan) bû.
Axir Joséphine Bowesê li vir navê hunermendiyê Mlle Delorme bi kar anî û gelek rolên sereke jî kirin. Bi her halî, piştî zewaca bi John Bowes re, tevî ku mêrê wê şano bi xwe kirî jî bû, wê dev ji aktrîstiya şanoyê berda. Ev zewaca hanê di nava arîstokratekî ji têkiliyeke “ne rewa” û keça saetçêkerekî ya ku aktrîs e, ne zewacek hêsan bû; ji bo herdu aliyan jî.

Zewicî û dev ji aktrîstiyê berda

Dîsa jî Joséphine Bowes karî bibe xwediyê wê xurtî û tesîrê ku karibe Muzexaneya Bowes damezrîne. Di vê yekê de rola mêrê wê jî gelek bûye. Mêrê wê tercîh kiriye li Londonê bimîne, ji ber ku civaka çîna jor li vir li gorî ya Londonê rehettir bûye. Li aliyê din ew jixwe du zimanî hatiye mezinkirin. Joséphine Bowesê tevî mêrê xwe li Parîsê gelek caran li şîvan, partiyan nivîskar, muzîkjen, hunermend û arîstokratên asta jêr û întelektuel hewandin. Di van hevdîtinan de Joséphine Bowesê karî hem nihêrîna xwe ya li huner, modê bi pêş bixe û hem jî zanîna xwe ya li ser mijarên hunerî û întelektuel zêde bike. Wê nexasim gelek girîngî dida bi modeyê û cilûbergên xwe. Charles Frederick Worth hingê cilûbergên wê didirûtin; ew jî ji kreatorên modeyê yên herî muhim ê Parîsê bû; wî cil û bergên împaretora Fransa ya hingê jî didirûtin.