- Jiyan li ser huner xweş dibe, huner jî gelek awayên wê yên taybet û cuda hene.
EBÎR MUHEMED / JINHA/QAMIŞLO
Jiyan li ser huner xweş dibe, huner jî gelek awayên wê yên taybet û cuda hene. Dema mirov li wênexêziyê difikire, fikra yekem a ku dikeve bala mirov, xêzkirina li ser pelan e. Lê li gel jina ciwan Cîhan Hiso ya 19 salî ya ji bajarê Qamişloyê, xêzkirina tabloyan cuda ye.
Cîhan Hiso bi rêya dep û amûrên herî piçûk, tabloyên cuda çêdike û karaktereke xwe ya taybet dide avakirin.
Cîhan Hiso ji piçûkatî ve li huner germ bûye. Bavê wê jî wênexêz e û wê jî îlhama xêzkirinê ji bavê xwe girtiye. Bi vî awayî wê moral ji hunerê bavê xwe girtiye û xwe di vî warî de çêkiriye. Cîhan Hiso serpêhatiya xwe ya xêzkariyê wiha tîne ziman; “Min li ser malperên medyayê der barê tabloyan de lêkolîn kir û ez dikarim bibêjim, ez xêzkirinê ji vîdeoyên înternetê fêr bûm. Her ku min çêdikir, fikrên reng bi reng bi min re peyda dibûn. Sala 2019’an bi berhemên xwe beşdarî pêşangehê bûm û ji bo min gaveke serketî bû. Tevî karê ku ez dikim, ji bo min tişta herî girîng serketin û dirûstbûn e. Ez dikarim bibêjim, armanca min ji vî karî ne darayî ye, armanca min a sereke ew e ku ez îsbat bikim, jin dikarin di her beşê de jêhatî bin û bi hunerê xwe kêfxweşiyê bidin.”
Tiştê sar û bê can vedijîne
Cîhan Hiso dide zanîn ku her tabloyek, çîrokekê dibêje û wiha dewam dike: “Min xwest ez tabloyên xwe li ser depan xêz bikim, ji ber ku awayekî hunerî yê nû ye û kêm kes li Qamişloyê bi kar tînin. Min xwest ez nihêrîna mirovan a ji bo wênexêziyê bidim guhertin û tiştekî cuda pêşkêş bikim. Armanca min a duyemîn ew e ku ez tiştên sar û bêcan vejînim, her wiha ez bidim xuyakirin ku tiştên piçûk û bêruh bi huner dikarin mayînde bibin, mîna dep her kes dizane ku tiştekî ne zindî ye, dema bi rengekî cuda were nîşandan û li ser were xêzkirin dê çîrokeke herî bedew derxe holê. Huner neqşê jiyanê ye.”
‘Huner tiştên ji rêzê bi nirx dike’
Cîhan Hiso bêhtir bala xwe daye ser dep û texteyan û ji texteyan berhemên piçûk diafirîne. Ew her wiha, ji bo vî karî firçe û boyaxên rengo rengo bi kar tîne. Cîhan Hiso dibêje, her çend amûr bênirx û ji rêzê bin jî huner dikare nirxekî mezin bide wan: “Dema ku ez dest bi berhemekê dikim, di destpêkê de li ser dep bi pênûsê xêz dikim da ku wêne sabît û xweşik derkeve û bingehê tabloyê çêdibe. Paşê jî bi boyaxên rengîn xêz dikim û di dawiyê de bi madeyeke sabît çarçove dikim ji bo ku xirab nebe. Her wiha ez li ser tabloyan bi rêya şewatandin û qemirandinê jî cudahiyê çêdikim. Berhemên min ên piçûk jî hene û kesê ku bixwaze, dikare her deverê bixemilîne û li gorî kesên ku daxwaz dikin, çêdikim.”
‘Medyaya dîjîtal ji bo danasînê baş e’
Cîhan Hiso dibêje, dema mirov dest bi karekî bike, divê mirov bi dil û can ji wî karî hez bike da ku mirov di wî karî de karibe bi pêş bikeve û bibe pispor. Hiso bal bire ser medyaya civakî jî û gotinên xwe wiha bi dawî kirin; “Niha, tora medyaya dîjîtal gelekî bi pêş ketiye û her kes bi kar tîne, ji bo wê, min pêdivî bi rûpeleke medyaya dîjîtal dît da ku bêhtir karibim berhemên xwe pêşkêşî civakê bikim. Medyaya dîjîtal ji bo danasîna berhemên min baş e û alîkariya min dike. Buhayê berhemên min li gorî bazarê kêm e, ji ber ku armanca min ne darayî ye, tenê ez dixwazim hunerê xwe pêşkêş bikim û bigihîjînimm her kesê. Jin dikarin her karî bikin û di her dezgehê de xwe îfade bikin. Di dema pêş de ez dixwazim karê min bigihîje her kesê û pêşangehekê li dar bixim û bibim wênexêzeke serketî.”