Jixwe yekser êriş dikin
În 3 Sibat 2023 - 01:14
- Berdevkên YPJ û YPG'ê li ser gef û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk gotin, ji bo hebûnê, parastin divê, “lewma ji bilî hêza me û hêza gelê me bendewariya me ji ti kesî û ti hêzê nîne. Bendewarî mirin e.”
Berdevka Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rûksen Mihemed û Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd li ser armancên êrişeke muhtemel a dagirkeriyê û amadekariyên li hemberî vê yekê ji ANF'ê re axivîn.
Rûksen Mihemed got, "Her tim tê gotin ku 'gef hene'. Ev pênaseyeke kêm e. Rewşeke şer a yekser heye. Ne tenê gef tê xwarin. Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta niha nesekinîne."
Nûrî Mehmûd jî anî ziman ku gefên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nû nînin û got, "Lê belê bi gefa 1'ê Hezîranê re diyar kir ku wê hem Rojava hem jî Başûrê Kurdistanê dagir bike û bi vî rengî dixwaze nasnameya Kurdan, têkoşîna azadî û demokrasiyê û yekîtiya gelan ji holê rake."
Armanc tenê Kobanê nîne
Nûrî Mehmûd anî ziman ku ji bilî şer rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst çareyeke din ji xwe re nabîne û got, "Ji ber vê yekê li welatên Rojhilata Navîn û Ewropayê terorê dike. Ev teror ji aliyê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hate kifşkirin. Armanc ne tenê Kobanê ye. Armanc tevahiya herêma Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Rojane, 24 saetan balafir li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têne firandin, bi topan êrîşî zarokan dikin, birîndar dikin, qetil dikin."
Hedef projeya neteweya demokratîk e
Rûksen Mihemed destnîşan kir ku bi bombardûmana rojane ya li ser herêmê, bi êrîşên li dijî sivîlan û kiryarên şerê psîkolojîk û taybet ên li ser herêmê re tê xwestin ku yekîtî û hevgirtina gelan a bi projeya Neteweya Demokratîk ji holê bê rakirin.
Jinên pêşeng hedef in
Rûksen Mihemed destnîşan kir ku mejiyê desthilatdariyê ji bo îmhakirina civakê êrîşî jinan dike û got, "Ev yek ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li her derê hate kirin. Êrîşa li dijî hevala Evîn Goyî nîşan dide ku yên ji bo civaka azad têdikoşin dibin hedef. Bi êrîşa li dijî pêşengan xwestin îrade û manewiyata gelan bişikînin. Êrîşa li dijî şoreşa jinê êrîşa li hemberî nirxên mirovî ye."
Civak li dijî faşîzmê têdikoşe
Nûrî Mehmûd anî ziman ku niha li Sûriyeyê 3 proje hene û got, "Ya yekemîn rêxistinyeke demokratîk e ku yekîtiya gelan îfade dike û netewe hemû di nav de cihê xwe digire. Ya duyemîn desthilatdariya Şamê ye ku Rûsya û Îran dixwaze wê li ser piyan bihêle. Ya sêyemîn jî xeyala Osmanî, Mîsakî Mîlî ya Erdogan e ku bi mejiyê DAÎŞ, El Qaîde û Îxwani Muslîmîn xwe nîşan da. Armanca herdu projeyan pêkanîna berjewendiyên xwe, kûrkirina şer e. Lê belê projeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin sîstemeke welê ye ku gel xwe bi xwe bi rê ve dibe."
Divê yekîtî xurttir be
Rûksen Mihemed bi bîr xist ku êrîşên hewayî yên 19-20'ê Mijdarê li dijî saziyên xizmetê û binesaziya herêmê hatin kirin û got, "Divê em ji her şerî re amade bin. Erdogan dibêje ku Kobanê, Minbic û Til Rifet di hedefê de ne. Kobanê ku bû destpêka bidawîbûna DAÎŞ'ê, bi têkoşîna xwe ya bi pêşengiya YPJ'ê li cîhanê deng veda. Dixwaze êrîşî vî bajarî bike ku bûye sembol ji cîhanê re. Bi êrîşa li ser Kobanê dixwaze destketî, yekîtî û hevgirtina hatiye afirandin ji holê rake. Bi pîvanên Şerê Gel ê Şoreşgerî ji bo jiyaneke azad û demokratîk divê her kes karibe xwe biparêze."
Çavkaniya terora DAIŞ’ê AKP-MHP ye
Nûrî Mehmûd bi bîr xist ku piştî tunekirina DAÎŞ'ê dewleta Tirk bi xwe yekser kete nava liv û tevgerê û got, "Çavkaniya terora DAÎŞ'ê rejîma AKP-MHP ye. Tasfiyekirina DAÎŞ'ê dihate wateya çikandina çavkaniya Erdogan a li herêmê. Ji aliyekî ve em di wê baweriyê de bûn ku bi hiqûq, exlaq û wijdanê navneteweyî wê qada navneteweyî şoreşa me biparêze. Lê belê hikumetên heyî li gorî berjewendiyên xwe Erdogan ji xwe re kirin esas. Bi Erdogan re tifaq kirin û Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ji nedîtî ve hatin. Hêzên me û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fêhm kirin ku heta li ser lingên xwe nesekinin, xwe bi rêxistin nekin wê hikumetên din li gorî berjewendiyên xwe tevbigerin."
Bendewarî mirin e
Rûksen Mihemed destnîşan kir ku ew alîgirê şer nînin, ji şer hez nakin û got, "Lê belê eger êrîş li ser hebûn û destketiyên gelê me bê kirin em ê biparêzin. Ji bilî berxwedan û serketinê rêyeke din ji bo me nîne. Ji bo hebûnê, parastin divê. Lewma ji bilî hêza me û hêza gelê me bendewariya me ji kesî û ti hêzê nîne. Bendewarî mirin e. Em ê bi berxwedan û sekna xwe xaka xwe biparêzin."
Gel li ber xwe dide
Nûrî Mehmûd jî destnîşan kir ku li Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hêza bingehîn a li ber xwe dide gel bi xwe ye, ne hêzên leşkerî ye û got, "Ewladên vî gelî xaka xwe biparêzin. Di pozîsyona şer de jî bi gel dişêwirin û li gorî wê yekê tevdigerin."
NAVENDA NÛÇEYAN