Jineolojî li Lozanê bû

Nûçeyên Jin

Duşem 16 Gulan 2022 - 21:21

  • Li Lozanê semînera jineolojiyê hate lidarxistin. Jinên ji welatên cihê tevlî semînerê bûn.

Li Lozanê semînera jineolojiyê hate lidarxistin. Jinên ji welatên cihê tevlî semînerê bûn.

Li bajarê Swîsreyê Lozanê, bi hevkariya Navenda Jineolojiyê ya Brukselê û Meclîsa Jinên Kurd a Lajîn a Kantona Vaudê, semînera jineolojiyê hate lidarxistin. Semînerê 2 rojan dewam kir. Di roja pêşîn de xebata atolyeyê hate kirin û di roja duyemîn de jî gotara li ser dîroka jinê û gelê Kurd hate pêşkêşkirin.

Sarah Marcha ya ku koordînatora semînerê bû û endama Navenda Jineolojiyê ya Brukselê ye, diyar kir roja pêşîn 15 kes û di roja duyemîn de jî 20 kes tevlî semînerê bûne: “Jinên ji Swîsreyê û saziyên jinên koçber tevlî semînerê bûn. Ciwanên înternasyonalîst jî elaqeyeke mezin nîşanî perwerdehiyê da.”

LOZAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.