Bi armanca zêdetir danasîna jineolojiyê, karkirina bi hev re ya rêxistinên jinan Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Başûrê Kurdistanê, dewreyeke perwerdeyê ji bo jinan organîze kir.
Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Başûrê Kurdistanê ji bo nasandina jineolojî û karkirina rêxistinên jin û çalakvanan ji gelek nûner û endamên rêxistinên jin re dewreyeke perwerdeyê organîze kir. Dewreyê 27'ê Sibatê dest pê kir wê heta 5'ê Adarê (sibe) dewam bike. Armanca vê dewreyê ew e ku rêxistinên jinan zanista jineolojiyê bêhtir nas bikin, ji ber ku jineolojî rêbazeke bi hev re ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê ye. Di dewreyê de behsa jineolojî û berhemê têkoşîna jinê ji dîroka kevin heta niha di asta Kurdistan û cîhanê de hatine kirin û her wiha ji bo bipêşxistina diyalektîka tewrî û pratîka tevgera azadiya jina Kurd ku niha di asta cîhanê de bûye xwedî cihekî girîng.
Di dewreyê de behsa pênasekirina jinê wek hebûneke siyasî, civakî û exlaqî, ne tenê weke hebûneke biyolojîk tê kirin.
ROJNEWS/SILÊMANÎ