Jinên Şengalî: Rojava hêz e
Sêşem 31 Kanûn 2024 - 02:25
Jinên Şengalî yên li dijî êrişên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê nerazîbûnên xwe nîşan dan wiha gotin:” Em berxwedana Rojava silav dikin û ji bo me cihê hêzê ye sekna Rojava. Berxwedana Rojava bi saya fikrên Rêber Apo wisa bihêz e. Em jî hêz û vîna xwe ji berxwedana Rojava digrin û Rojava ji bo me mînaka jiyana azad e.”
Di 2’yê Kanûnê de dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî êriş birin ser Şehba û Til Rifetê ku bi hezaran Efriniyên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk koç bûbûn, lê dijiyan. Di nav wan de bi hezaran Êzidiyên ji Efrînê jî hebûn. Efrîniyên ku koçber bibûn, piştî dagirkirina Efrînê di sala 2018’an de li Şehbayê bi cih bûbûn, careke din neçarî koçberiyê bûn û ber bi kantonên Cizîr û Firatê yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve ketin rê.
Li dijî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê jinên Şengalê axivîn. Jinan helwesta xwe nîşan dan û gotin:”Jinan dan zanîn ku di vê qonaxê de bi yekitiyên di warê madî û manewî de, ew ê piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bikin.”
Dixwazin tunekirina me kurdan bibînin
Endama Dîplomasiya TAJÊ Zozan Simo da zanîn ku kesên Efrîniyan hîs bikin Şengalî ne û wiha got: “Fermana ku hat serê me, hestek nexweş bû. Rojava û bi taybetî gelê me yê Efrîn û Şehbayê heman tişt jiyan. Ferman hat serê me, di heman demê de hat serê miletê me yê wê derê jî. Heman fikir bûn, li Şengalê bi navê DAIŞ’ê bû, li Efrînê bi navê Tirkiye û komên cuda yên çeteyan bûn. Di nava vê sermayê de gelê Efrînê koçber bû. Fermana ku hat serê me di havînê de bû, ya Efrînê jî di Çileyê zivistanê de bû. Dixwazin tunekirina me hemû kurdan bibînin. Ev nêzî mehekê ye ku li Rojava şer e, gel pir zehmetî dît û pir êş kişand. Civaka Êzidî êşa herî mezin kişand, erka me ye îro em li gelê xwe yê Rojava xwedî derkevin.
Rojava ji bo me hêz e
Zozan Simo berxwedana Rojava silav kir û wiha got: “Em berxwedana Rojava silav dikin û ji bo me cihê hêzê ye sekna Rojava. Berxwedana Rojava bi saya fikrên Rêber Apo wisa bihêz e. Em jî hêz û vîna xwe ji berxwedana Rojava digrin û Rojava ji bo me mînaka jiyana azad e.”
Wê dawiya vê berxwedanê serkeftin be
Endama Malbatên Şehîdan a Şengalê, Pakîze Celal di dawiyê de destnîşan kir ku dawiya berxwedanê serkeftin e û wiha got: “Bi hêviya ku xweda heqê me ji mirovên xirab bistîne û her kes li ax û warê xwe vegere û azad bijî. Bi hêviya ku ya hat serê Sedam û Esed were serê Erdogan jî û heqê zarok, pîr û kalan ji Erdogan bê girtin. Miletê ku çeka rûmetê rakiriye û li ber xwe dide tawisê melek li pişta wan be û serkeftin para wan be. Wê xwîna şehîdan vala neçe. Rojava 12 hezar şehîd dan wê têk neçe. Erdogan û Artêşa Azad ji bo ku destkeftiyên wî gelî tune bikin, êrişî Rojava dikin. Binesaziya herêmê dikin hedef, cihên xizmetê dikin hedef. Hemû kes li ber xwe didin û wê dawiya vê berxwedanê serkeftin be. Dayikên rojavayî li pişta şervanên xwe ne, ji bo wê jî serkeftin wê ya wan be.”
NÛJINHA/ŞENGAL