Jinên Rojava sembola têkoşînê ne

În 30 Çile 2026 - 03:38

Mamosta û xwendevanên zanîngeha Koyeyê têkildarî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê wiha gotin; “Divê em jî weke şervanên jin ji bo têkoşînê amade bin, ji ber ku jinên Kurd ji bo parastina rûmet û xaka xwe şer dikin. Lewma jinên Rojava sembola têkoşînê ne.”

Di çarçoveya piştgiriya ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê de, mamosta û xwendevanên zanîngeha Koye ya ser bi Hewlêrê, axivîn.

Seroka beşa Perwerdeya Olî ya li Zanîngeha Koyeyê Dr. Awazu Nuredîn ewil axivî û got; “Şervanên jin ne tenê ji bo jinên Kurd, ji bo hemû jinên cîhanê bûne cihê serbilindiyê, ji ber ku rakirina çekê biryarek zehmet e.”

Seroka beşa Zimanê Kurdî ya li Zanîngeha Koye Dr. Telar Sebah jî axivî û got; “Şervanên jin nimûneya jinên Kurd in, ya ku ew dikin gelek mezin e. Eger heman metirsî bigihe Başûrê Kurdisatnê, divê em jî wan ji xwe re bikin mînak û ji bo têkoşînê amade bin. Rola jinên Kurd cihê serbilindiyê ye.”

Herî dawî xwendevana heman zanîngehê Agrîn Mihemed jî nêrînên xwe anî ser ziman û got; “Jin dînamoya berxwedan û sembola têkoşînê ne. Jinên Kurd jî li hemû dinyayê ji bo doza rewa ya gelê xwe di nava têkoşînê de ne.”

ROJNEWS/KOYE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.