Jinên li Kobanê axa xwe diparêzin

Sêşem 4 Sibat 2025 - 03:10

Jinên ji Kobanê yên ji bo parastina kolan û taxên xwe bi şevê nobedariyê dikin wiha gotin:” Zarok, bav, bira û xwişkên me di oxira vê xakê de canê xwe da, ji lew re em dev ji vê xakê bernadin û em ê bi hemû hêza xwe biparêzin."

Kobanê ji aliyê dewleta tirk ve di her fersendê de tê bombebarankirin. Gelek şêniyên Kobanê di van bombebaranan de jiyana xwe ji dest dan. Şêniyên li Kobanê li dijî êrişan li berxwe didin û xwe diparêzin.  Jinên li Kobanê jî ji bo parastina kolan û taxên xwe bi şevê nobedariyê dikin. Jinên axa xwe diparêzin gotin ew hêza xwe ji şehîdên xwe digirin û ew ê li berxwe bidin.

Li ser mijarê Sozda Xelîl axivî û got: "Digel rewşa heyî de em kolan û taxên xwe diparêzin. Zarok, bav, bira û xwişkên me di oxira vê xakê de canê xwe da, ji lew re em dev ji vê xakê bernadin û em ê bi hemû hêza xwe biparêzin."

Sozda Xelîl wiha domand: "Em zarokên şehîdan, bira û xwişkên wan in. Hêza me têrê dike ku her kesê êrişî me bike, têk bibin. Em hêz û moralên xwe ji şehîdên xwe digirin. Em her li pişt şervanên xwe yên QSDˋê û YPJˋê bin."

Sebah Mihemed Nasan jî ji bo parastina kolan û taxên xwe beşdarî nobedariyê bûye û hevjîna wê jî li eniyên şer ên gundewarê Kobanê ye.

Sebah Mihemed Nasan jî wiha got: "Baweriya me bi hêzên me mezin e. Em bi hêz û derfetên xwe piştgiriya wan dikin. Em ê li kêleka şervanên xwe yên QSDˋê û YPJˋê parastina xaka xwe bikin. Ger bê xwestin em ê li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê singe sing şer bikin."

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.