Jinên Kurd pêşengên piştgiriyê ne jî

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 24 Îlon 2022 - 02:35

Di çalakiyên piştgiriya bi raperîna li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê li dijî rejîmê de jinên Kurd li gelek bajarên Ewrûpayê pêşengiyê dikin. Li bajrên Elmanyayê Darmstadt, Duisburg, Kiel, Munchen, li bajarên Swîsreyê Basel û Aarau, li paytexta Ingilîstanê Londonê, li paytexta Belçîkayê Brukselê û li Lîmasola Qibrisê çalakî ji bo destekkirina raperîna piştî şehîdkirina Jîna Mehsa Amînî hatin lidarxistin. 

DARMSTADT: Meclîsa Jinan Rozayê çalakiya li vî bajarê Elmanyayê organîze kir û gelek jin û mêrên Kurd tevlî mîtîngê bûn. Danezana Buroya Jinên Kurd a Ewrûpayê (CENÎ) di çalakiyê de hat xwendin û polîtîkayên qirkirinê yên li dijî jinan ên Îranê bi tundî hatin şermezarkirin. Gelek jinan, di mîtîngê de porê xwe jê kir û qetilkirina Jîna Emînî protesto kir.

KIEL: Yekîtiya Jinên Sosyalîst, Tevgera Jinên Kurd, Tevgera Jinên Elewî û rêxistinên jinan ên Elman tevlî vê çalakiya li bakurê Elmanyayê bûn. Jinan bi çepikan porê xwe birrîn û kefiyên xwe şewitandin.

MUNCHEN: Li Munchenê jî bi pêşengiya Komuna Jinan Sarayê û FEDA-Jin’ê çalakî hat lidarxistin. Bêhtirî 100 jinên Kurd, Fars, Tirk, û Elman tev li çalakiya li ber Balyozxaneya Îranê bûn. Xwepêşanderan got, “Hûn bi zorê nikarin mirovan bibin beheşta xwe.” Sloganên “Jin, jiyan, azadî” û “Bila bimire rejîma molayan” hatin gotin.

DUISBURG: Li ser banga Meclîsa Aysel Yuksel a Jinan a Duisburgê, jinên Kurd, Faris û Elman li ber Duisburg Forumê hatin ba hev û qetilkirina Jîna Amînî û bi eşkenceyê qetilkirina leşkera jin a Ermen bi destê artêşa Azerbaycanê, bi mîtîngekê protesto kir. Di çalakiyê de danezana CENδyê hat xwendin û îşaret bi wê yekê hat kirin ku cîhaneke jin lê ne azad bin, mirov nikare lê bijî.

BASEL: Li ser banga Meclîsa Jinan Ronahiyê, li bajarê Baselê yê Swîsreyê, meşek hat lidarxistin. Bi dehan jinên ji her pêkhateyê li Claraplatzê hatin ba hev, bi berzkirina dirûşmên “Jin, jiyan, azadî“, “Bijî berxwedana Rojhilat“ meşiyan Marktplatz a ku Parlamena Kantona Baselê lê ye. 

AARAU: Jin li Bahnhofplatz a li Aarauyê hatin ba hev, mîtîngek li dar xistin. Li ser navê Meclîsa Jinan a Aaruyê Dîlan Çetînkaya got, “Em îro şînê nakin. Serî radikin. Ji bo ku di şexsê Jîna Amînî de bibin dengê jinan, em li vir in. Berxwedana li Rojhilat dest pê kir li hemû cîhanê belav bû. Em ê xwedîderketina li vê berxwedanê dewam bikin.”

LONDON: Jin bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Jiyan li ber Balyozxaneya Îranê ya Londonê hatin ba hev. Wan da xuyakirin ku dewleta Îranê êşkencekirina li jinan di her warê jiyanê de dike wek tiştekî jirêzê. Platforma Jinan a Îranê û Platforma Piştevaniya Jinan a Londonê jî piştgiriya wê kir. Meclîsa Jinan a Jiyanê di çalakiyê de got, “Jin, gava bi rastî ji bo xwe rabin ser pêyan û xwe biparêzin, ango em jin gava bigihîjin hev, em bi hêz in. Îran û Rojhilatê Kurdistanê wê ji aliyê jinan ve were azadkirin.”

BRUKSEL: Çalakiya piştgiriya raperîna gel a li Rojhilat bi pêşengiya TJK-E, KJAR û PJAK’ê hate lidarxistin. Di çalakiyê de peyamên TJK-E, KJAR û PJAK’ê hatin xwendin. Di çalakiyê de hîcaba reş hate şewitandin û bê navber dirûşmên “Jin jiyan azadî“ hatin gotin.

LÎMASOL: Bi pêşengiya Jinên Kurd a Qibrisê ji bo Jîna Amînî ya ji aliyê polêsên exlaq ve li Îranê hat qetilkirin, li Parka Moloz a bajarê Lîmasol ê Qibrisê hatin ba hev. Jinan bê navber dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” gotin û jinên li ber hişmendiya mêrane serî radikin silav kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.