- KCKʼê diyar kir ku jinan di sala 2020’î de bi bayê azadiyê yê Sarayan cîhan hejandine û di sala 2021’ê de jî bi îdeolojiya azadiya jinê ya Rêber Apo, têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd ku ji cîhanê re pêşeng û mînak e, wê bigihêje asteke nû.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Parîsê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, ”Jinên cîhanê wê têkoşîna xwe ya li dijî paşverûtiya serweriya mêr, faşîzm, sîstema mêhtinger a dewletperest desthilatdarîperest, di sala 2021’ê de bi pêşengiya jinên Kurd xurtir bikin. Jin wê bi ruhê xwe yê azadiyê û bi dilxwaziya xwe, mirovahiyê li her cihî bigihînin jiyaneke azad û demokratîk. Sala 2021’ê di xeta azadiya jinê de wê bibe sala azadî û demokrasiyê ji bo tevahiya mirovahiyê.”
Çile meha şehîdên jin e
Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye: ”Em hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî bi rêzdarî bi bîr tînin ku 9’ê Çileya 2013’an de hatin qetilkirin. Soza xwe ya ji bo pêkanîna Kurdistana Azad, Tirkiyeya Demokratîk û Rojhilata Navîn a Azad dubare dikin. Em hevrê Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar jî bi rêz û minet bi bîr tînin ku meha Çileyê ji aliyê dewleta Tirk a mêhtinger qirker ve di dema berxwedana xwerêveberiyê de hatibûn qetilkirin. Bi van şehadetan meha Çileyê bû ‘Meha Şehîdên Jin’. Kurdistana Azad û Xweser ku hesreta wan bû, wê teqez bê pêkanîn.
Fîşek berdan jinên cîhanê
Hevrê Sakîne Cansiz (Sara) ya li Parîsê hate qetilkirin yek ji damezrînerên PKK’ê bû. Ji bo PKK bibe partiyeke jinê bi roleke girîng rabû. Ji ber vê yekê Rêber Apo got, ‘Fîşeka li Sakîne ket, berdan min’. Di heman demê de, di şexsê hevrê Sara de ev fîşek berdan jinên cîhanê hemûyan. Ji ber ku hevrê Sara ne tenê pêşengeke tevgera azadiya jinê bû, di heman demê de pêşenga jinên cîhanê bû. Ji ber vê yekê berpirsyariya Parîsê ye, yanî berpirsyariya hikumeta Fransayê ye ku hesabê vê kuştinê bipirse. Naxwe, di serî de jinên li Parîsê wê jinên cîhanê hemû bi dewamî hesab ji hikumetên Fransayê bipirsin.
Hesab ê ji paşverûtiyê were pirsîn
Hesabpirsîna Komkujiya Parîsê ku 3 jinên şoreşger lê hatin qetilkirin, li Kurdistan, Tirkiye, Ewrûpa û tevahiya cîhanê bi xurtkirina têkoşîna azadiya jinê dibe. Bi ruhê jinê yê azad ê Sara, Rojbîn û Ronahî şoreşa azadiyê ya jinê bi pêş dikeve, hesab ji paşverûtiyên bi serweriya mêr tê pirsîn. Dawî li desthilatdariyên faşîst paşverû yên mîna dewleta Tirk tîne. Lewma divê 9’ê Çileyê bibe roja bilindkirina têkoşîna azadiya jinê ya cîhanê. Ne tenê jinên Kurd, jinên ji Parîsê, Fransayê, Ewrûpayê û tevahiya cîhanê divê bi berpirsyariyeke wiha rabin. Di her 9’ê Çileyê de pêwîste li Parîsê raperîna bi ruhê azadiyê yê jinê pêk bê.
Pêşengên 2021ʼê jinên Kurd in
Jinan di sala 2020’î de bi bayê azadiyê yê Sarayan cîhan hejandin. Di sala 2021’ê de jî bi îdeolojiya azadiya jinê ya Rêber Apo, têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd ku ji cîhanê re pêşeng û mînak e, wê bigihêje asteke nû. Jinên cîhanê wê têkoşîna xwe ya li dijî paşverûtiya serweriya mêr, faşîzm, sîstema mêhtinger a dewletperest desthilatdarîperest, di sala 2021’ê de bi pêşengiya jinên Kurd xurtir bikin. Jin wê bi ruhê xwe yê azadiyê û bi dilxwaziya xwe, mirovahiyê li her cihî bigihînin jiyaneke azad û demokratîk. Sala 2021’ê di xeta azadiya jinê de wê bibe sala azadî û demokrasiyê ji bo tevahiya mirovahiyê.”
ANF/BEHDÎNAN