Jinên Kurd festîvala Şehîd Sema li dar dixin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 1 Hezîran 2022 - 22:06

  • Jinên Kurd ên li welatên Skandînavyayê, xwe ji bo Festîvala Çand û Hunerê ya Jinê ya Şehîd Sema (Fatoş Saglamgoz) ya 1´ê amade dikin.

Jinên Kurd ên li welatên Skandînavyayê, xwe ji bo Festîvala Çand û Hunerê ya Jinê ya Şehîd Sema (Fatoş Saglamgoz) ya 1´ê amade dikin.

Festîval 4'ê Hezîranê li bajarê Swêdê Goteborgê tê lidarxistin.

Festîval bi dirûşma 'Li ber xwe bide, xwe bi rêxistin bike û azad bibe' wê pêk were, Yekîtiya Jinên Kurd a li Skandînavyayê (YJK-Skandînavya) wê pêşengiyê bike.

Hunermend Çopî Fetah, Evîn Akbaş, Ozan Fîgen, Girîn Cizîrî, Koma Folklor a Keçên Rojava, Koma Defê ya Hejîn (jinên Rojhilat), Koma Folklora Hindî (the third eye) wê derkevin ser dikê û hunerê xwe nîşan bidin.

Her wiha di festîvalê de govend, şahiyên ji bo zarokan, pêşangehên cil û bergan, helbest, xwarin û kelepûra Kurdewarî tên organîzekirin û amadekirin.  

ANF/GOTEBORG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.