- Li Lozanê du namzetên jin ên Kurdistanî di hilbijartina meclîsa şaredariyê de bi ser ketin û bûn jinên ewil ên Kurd ên ketî vê meclîsê.
Di hilbiajrtina cihî ya li Lozanê de du jinên Kurdistanî, Sevgî Koyuncu û Derya Çelîk hatin hilbijartin û ketin meclîsa bajêr a Lozanê. Dîasporaya Kurd, rêxistinên jinan û saziyên koçberan destek da herdu jinan da ku bibin namzet.
Li Swîsreyê 7´ê Adara bihurî li kantonên Cenevre, Neunburg, Wallis, Waadt, Freiburg û Solothurnê hilbijartin çêbû. Namzetên şaredariya bajêr a Lozanê yên Kurd Sevgî Koyuncu û Derya Çelîk bi ser ketin û hatin hilbijartin. Sevgî Koyuncu Ji Partiya Karker a Swîsreyê (POP), Derya Çelîk jî ji Partiya Sosyalîst (SP) bûbûn namzet.
Piştî hilbijartina her du jinên Kurd, Navenda Civaka Kurd a Lozanê (CDK-Lozan) peyameke pîrozbahiyê weşand: "Ev cara yekê ye ku namzetên Kurd hatin hilbijartin û ketin meclîsa şaredariya Lozanê. Ji bo me girîng e ku her du hevrêyên me yên jin ên Kurd 8´ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hatin hilbijartin. Em bawer dikin Sevgî Koyuncu û Derya Çelîk ji bo ku dengê Kurdan, jinan, zarokan û tevahiya koçberan bidin bihîstin, di projeyên muhim de cihê xwe bigirin."
Îhsan Kurt jî hat hilbijartin
Li kantona Waadt, Îhsan Kurt ê Kurdistanî ji bo rêveberiya bajarê Prilly ji Partiya Sosyalîst ketibû hilbijartinê. Di hilbijartinê de Îhsan Kurt kete meclîsa şaredariyê. Ew her wiha bi ser ket ku ji bo şaredariyê di tura diduyan de bibe namzet. 28´ê Adarê ev hilbijartin wê bê kirin.
Bûrka hat qedexekirin
Li Swîsreyê di referandûma li ser qedexekirina rûpêçana li qada cemaweriyê de ji sedî 51.1´ê hilbijêran got, "erê".
Di metna referandûmê de gotina 'bûrka' nehatibe bikaranîn jî, partiya neteweperest Yekîtiya Demokratîk a ku pêşengî ji referandûmê re kir, bûrka kiribû hedefa xwe. Partiya Kesk, ya Sosyal Demokrat û sendîka li ber qedexeyê rabûn û wan got, qedexe destwerdana azadiyê dînî ye û ew ê tundrawiyê zêde bike.
Di encama referandûmê de ku roja Yekşemê hate kirin, ji bo qedexekirina rûpêçana li qada cemaweriyê, ji sedî 51.1 ê beşdaran dengê "erê" da.
Ji 26 kantonan 18´an piştgirî da vê hewldanê. Rêjeya tevlîbûna referandûmê jî ji sedî 50.8 bû. Ji 5.5 milyon hilbijêran 2 milyon 685 hezaran dengê xwe da. Bi gotineke din milyonek û 426 hezar û 992 kesî dengê xwe ji bo qedexeyê da, milyonek û 259 hezar û 621 kes jî li ber qedexeyê rabûn.
Rojnameya Le Trîbûne de Geneve wiha nivîsî, "Êdî li kolanên Swîsreyê nayê xwestin ku bûrka bê dîtin."
Di referandumê de wekî din qanûna nasnameya elektronîk jî kete ber dengdanê û Swîsreyiyan bi ji sedî 63.9´ê dengê hilbijaran ji vê qanûnê re got na.
ZURÎCH