- Li Mihrîcana Filman a Cannesê ya îsal komeke feminîst ji bo balê bibe ser şideta li dijî jinan, çalakiyek li dar xist.
Li Mihrîcana Filman a Cannesê ya îsal komeke feminîst ji bo balê bibe ser şideta li dijî jinan, çalakiyek li dar xist. Koma bi navê “Les Colleuses” ku mafên jinan diparêzin, li ser xalîçeya sor a Cannesê pankarteke ku navê 129 jinên Fransî nivîsiye, vekirin.
12 endamên koma “Les Colleuses” xwestin bi vê pankartê balê bikşînin ser jinên li Fransayê hatine kuştin. Ji lewma ji sala 2021’an heta niha li Fransayê 129 jin hatine qetilkirin.
Çalakiya koma “Les Colleuses” di galaya filma “Holy Spider” ê derhênerê Îranî Ali Abbasî de pêk hat. Alî Abbas bi vê filma xwe balê dibe ser 16 jinên ku li bajarê Meşhedê yê Îranê hatine kuştin. Alî Abbas bi filma çîroka wî kesê ku ev jin kuştine vegotiye.
CANNES