- Li paytexta Efxanistanê Kabulê, jin civiyan û bêdengiya civaka navneteweyî şermezar kirin. Talîbanê jî careke din nehişt ku rojnamevan xwe nêzî xwepêşanderan bikin.
Li paytexta Efxanistanê Kabulê, jin civiyan û bêdengiya civaka navneteweyî şermezar kirin. Talîbanê jî careke din nehişt ku rojnamevan xwe nêzî xwepêşanderan bikin.
Koma jinan xwe weke “Tevgera spontane ya jinên aktîvîst a li Efxanistanê” pênase dike û li paytext Kabulê careke din çalakiya şermezarkirinê li dar xist.
Jinan dovîzên li ser wan nivîsandî “Çima cîhan bi bêdengî li benda mirina me ye?”, “Mafê perwerdeyê” û “Mafê xebatê” hildan.
Çalakgeran bal bire ser pirsgiêkên welêt ên weke xizanî, mirina zarokan û bêkariyê jî.
Di daxuyaniya çalakgeran de pirsa, “Gelo wê jin heta kengî li malê girtî bimînin û çima kes dengê xwe li vê yekê nake?” hate kirin. Wan bang li Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî kir ku piştgiriyê bidin daxwazên jinan ên ji bo mafê perwerde û kar.
Hefteya derbasbûyî roja Pêncşemê derdora 20 jinan saet û nîvekê çalakî kiribû û rojnamevanên ku ev çalakî dişopandin bûn hedefa êrişa Talîbanê.
KABUL