Jinên di xewnên Sofi Bonati de

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 7 Sibat 2024 - 00:57

Sofi Bonati ku li Buenos Aires dijî portreyên jinan ên surreal çêdike. Ew bi rêbaza îllûstrasyonan van portreyan çêdike. Portreyên ku çêdike weke xewnan jî tên xuyanê ji lewma ew van portreyên xwe hinek manîpûle jî dike.

Sofia Bonati di sala 1982’an de hatiye dinyayê û ji ciwanî ve dest bi xêzkirinê kiriye. Wê li zanîngehê jî di beşa “sêwirandina grafîkan” de xwendiye û behreya xwe ya di vî warî de pêş xistiye. Ew di van portreyên xwe yên jinan de ji bilî rê û rêbazên heyî yên şêwekariyê her wiha bi teknîkên dijîtal jî dadikeve û bi vî awayî portreyên serketî çêdike.

Sofia Bonati di sêwirandinên xwe de hin hestan diveşêre û hewl dide bîner van hestan derxin holê. Wê van resmên xwe li gelek pêşangehan jî nîşan daye û resmên wê bala xelkê dibin ser xwe. 

BUENOS AIRES

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.