Jinên ciwan nerazî ne

Nûçeyên Jin

Sêşem 2 Sibat 2021 - 02:14

29’ê Çileya 2021’an li Silêmaniyê 3. Konferansa Jinên Ciwan ên Têkoşer bi dirûşmeya, ‘Birêxistinbûna jinên ciwan, dema azadî bidestxistinê ye’ bi tevlîbûna 100 delegeyan hatibû lidarxistin. Encamnameya konferansê hate weşandin.

Beşek ji encamnameya 3. Konferansa Jinên Ciwan ên Têkoşer wiha ye: “Jinên ciwan ên Şengal, Mexmûr, jinên ciwanên Tevgera Goran, nûnera Rêxistina Yesna û Rojhilatê Kurdistanê jî tevlî bûn. Hewiha peyama jinên ciwan ên Bakurê Kurdistan û Ewrupayê jî bi dîmen hate weşandin.

Di kesayeta şehîd Viyan Soran de, hemû şehîdên jinên pêşeng, şoreşger û jinên başûr hatin bibîranîn.

Di konferansê de gelek mijarên di rojevê de hatin nirxandin û nexasim rewşa li Başûrê Kurdistanê hate guftûgokirin û hat gotin: Girîng e ku ciwan nerazîbûna xwe diyar bikin, li dijî gendelî, siyaseta şerxwaz ya PDK’ê û alîkaridayîna dagirkeran, divê ciwan xwedî helwêst bin. Herweha wê ciwan ji bo Azadiya Rêber Apo çalakiyan pêk bînin. Di konferansê de hin biryar jî hatin dayîn û yek jî ji wan ew bû, avakirina ekonomiyeke koopratîf û nexasim li Silêmanî û Raperînê. 

Di konferansê 7 jinên ciwan ji bo Desteya Rêveber ya Rêxistina Jinên ciwan ên Têkoşer hate hilbijartin.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.