Jinên Çemçemalê piştgirî dan Rojava

Duşem 26 Çile 2026 - 03:32

Jinên navçeya Çemçemalê piştgiriya xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê anîn ziman û gotin: “Ger em îro hest bi êşa gelê xwe nekin, ti wateyek Kurdbûna me namîne. Mijara Rojava mijara Kurdbûnê ye. Şervan di nava Kurdan de xwedî cihekî pîroz û mezin in.”

Piştgiriya xelkê Başûrê Kurdistanê ya ji bo şervan û gelê Rojavayê Kurdistanê berdewam e. Jinên navçeya Çemçemalê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê jî piştgiriya xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê anîn ziman.

Em ê li dijî vê zilmê bisekinin

Huda Kameran di destpêka axaftina xwe de îşaret bi êrişên çeteyan ên li ser Rojava kir û got: “Rojavayê Kurdistanê di jêr zilm û çewisandinê de ye. Komkujiyek mezin ji aliyê hêzên hov ve li beramberî xwişk û birayên me hatiye kirin. Ger em li vê derê hest bi êşa gelê xwe nekin, ti wateya Kurdbûna me namîne. Em ji dil hest bi êşa Rojava dikin û em ê li dijî vê zilmê bisekinin.”

Pirsa Rojava pirsa Kurd bûnê ye

Sewsen Ehmed jî têkildarî êrişên li ser Rojava wiha got: “Pirsa Rojava pirsa Kurdbûnê ye, wekî ku li Rojhilat û Bakur jî heman pirsa Kurd heye. Gotinên melayê ku dibêje divê jin tenê di malê de bimînin jî em red dikin. Jin gelek hêja ne.”

ROJNEWS/ÇEMÇEMAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.