Jinên Botanê dijî qeyûm bo berxwedanê dilîrînin!

Sêşem 11 Hezîran 2024 - 00:40

Jinên Cizîr, Hezex û Silopiyayê xemla xwe ya berxwedanê li xwe girêdan û dijî dagirkeriya qeyûmgeriya faşist bo serhildanê lîrandin. Jinên Botanê dibêjin ti ferq di navbeyna kuştinê û desteserkirina vînê de nîne û dibêjin, kuştin jî be, mirin jî be ew ê vîna xwe bi dest dagirgeriya qeyûmgeriyê ve bernedin û banga geşkirina berxwedanê kirin. 

Piştî ku qeyûm tayînî ser Şaredariya Colemêrgê ya Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî) hat kirin, li ser banga DEM Partiyê gel li ber avahiyên şaredariyên li bakurê Kurdistanê dest bi nobetê kirin. Yek ji herêma ku gel xwedî li şaredariyên xwe derdikeve jî herêma Botanê ye. Li ber 5 şaredariyên herêma Botanê gel di çalakiyê de ye. Her roj saet li 17.00’an çalakiya nobedê dest pê dike û nemaze jin, dayik û ciwan berê xwe didin ber şaredariyan û heta seat 24:00'an xwedî li îradeya xwe derdikevin. Jinên ku li Cizîr, Hezex û Silopiyayê li ber deriyên şaredariyan di nobetê de ne axivîn. 

Em nahêlin dest li ser vîna me deynin 

Li Cizîrê Zeynep Kuçuk a ku 6 roj in li ber avahiya Şaredariya Cizîrê di çalakiyê de ye û bi tililiyên xwe nobetê bi coş dike, diyar kir ku mirin jî tê de hebe ew ê îradeya xwe radestî qeyûman nekin û wiha got: “Ev 5 roj in em li ber avahiya şaredariya xwe di nobetê de ne. Ne 5 roj pêwîst bike em ê 100 rojî bisekinin. Em qeyûm naxwazin. Em çiqasî îradeya xwe diyar bikin jî ew her carê îradeya me xesp dikin. Ji ber wê em gelê Kurd qebûl nakin ku îradeya me desteser bikin. Divê ku gelê Kurd hemû bi hev re çawa ku di 31'ê adarê de xwedî li îradeya xwe derket divê ku îro jî bi heman ruhî xwedî li îradeya xwe û şaredariyên xwe derbikevin."

Kuştin jî be em qeyûm qebûl nakin

Bi domdarî Kuçuk, bêdengiya li hemberî tayînkirina qeyûm weke "mirinê’ pênase kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di navbera desteserkirina vînê  û kuştinê de tu ferq nîne. Ji ber wê bi taybetî em bang li ciwanan dikin ku xwedî li îradeya xwe derbikevin.

Kuçuk wiha domand: ‘’Me qeyûm ne hilbijartiye, me îradeya xwe hilbijartiye. Ev şaredarî me bi keda xwe qezenc kiriye. Di van 5 salan de ez yek carê nehatime şaredariyê. Lê belê ji ber ku niha îradeya min e ez li vir im. Şûna ku dema ez hatim şaredariyê di lêgerînê de derbas bibim ez weke şeniyeke vê herêmê bi serbest bikevim şaredariya xwe. Ji ber wê em qeyûm naxwazin. Qeyûm ji me re xizmet bike jî em naxwazin. Kuştin jî hebe, girtin jî hebe em ê xwedî li îradeya xwe derbikevin. Serkeftin dê ya me be." 

Şaredarî yên gel in ne yên qeyûm

Li Hezexê jî dayika Hayat Uca di nobetê de pêşengiyê dike û her roj tevî temenê xwe yê 65 salî jî berê xwe dide ber Şaredariya Hezexê û heta seatên derengiya şevê li ber avahiya şaredariyê nobetê digire. Uca bi lêv kir ku ew li dijî neheqiyê di nobetê de ye û got: “Qeyûm avêtin ser şaredariya me ya Colemêrgê. Em ji ber wê ev çend roj in li ber avahiya şaredariya xwe ya Hezexê di nobetê de ne. Em dixwazin hemû gelê me bên piştgiriyê bidin vê çalakiyê. Bila bes şaredariya me û îradeya me bikeve destê dijmin de. Îro em bindest in. Em doza heqê xwe û nasnameya xwe dikin. Ev şaredarî ne yê qeyûmanin yê gel in. Em xwedî li îradeya xwe, doza xwe û keda xwe dikin.’’

Kurd vê zilmê qebûl nakin 

Li navçeya Silopiyayê jî Necibe Temel daxwaz kir ku her kes li dora şaredariyên xwe bibe xelek û ev bang kir: “Ji bo ku piştgiriyê bidin gelê Colemêrgê û xwedî derketina îrade xwe em jî li ber deriyê şaredariya xwe ya Silopiyayê de di nobetê de ne. Em piştgiriyê didin îradeya xwe. Em qeyûman naxwazin, çimkî qeyûm neheqiye û zilm e. Me îradeya xwe diyar kiriye. Piştî hilbijartinê pirsgirêkan derdixin û gefên tayinkirina qeyûman dixwin. Bila gelê Kurd vê zilmê qebûl neke û herkesek hişyar bin û piştgiriyê bidin îradeya xwe. Banga min ji jinan re ew e ku hemû bên ber deriyên şaredariyên xwe rûnin û vê neheqiyê qebûl nekin." 

MA/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.