Jinek şehîd bû zarokek birîndar bû

Pêncşem 12 Kanûn 2024 - 03:05

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li pira Qereqozaqê êrişî erebeyekê kir. Di encamê de jineke 60 salî şehîd bû û neviyekî wê birîndar bû. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li pira Qereqozaqê êrişî erebeyekê kir ku 11 kes tê de bûn.

Di êrişê de jineke 60 salî ya bi navê Zahîde Kosî şehîd bû û neviyê wê Ciwan Berkel ê 8 salî jî birîndar bû.

Êrişê ambulansê kirin

Di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser rêya Sirîn-Bendava Tişrînê ya li dijî ambulansekê de 2 kes şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn. Artêşa Tirk a dagirker pêr li ser rêya Sirîn-Bendava Tişrînê ambulanseke veguhastina birîndaran a Nexweşxaneya Kobanê bombebaran kir. Di bombebaranê de ajokarê ambulansê û birîndarek şehîd bûn. Her wiha hemşîreyek û kesekî din bi giranî birîndar bûn. Birîndar rakirine nexweşxaneyan.

Herwiha di êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundê Til Cuma yê Til Temirê de welatiyek birîndar bû.

Dagirkeran di saetên serê sibehê de gundên Tewîla, Til Cuma û Um El Kêf ên li rojavayê bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê, bi çekên giran bombebaran kirin. Di êrişa li ser gundê Til Cuma de şêniyek birîndar bû. Şêniyê birîndar rakirin nexweşxaneya Hesekê. Li aliyekî din artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 11 Kanûnê danê sibehê gundê Til Tewil ê bajarê Til Temirê bombebaran kirin. Li gorî agahiyan, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, saet di 04.00’an de bi çekên giran gundê Til-Tewil yê li rojavayê bajarê Til Temirê yê Kantona Cizîrê bi çekên giran bombebaran kir. Herwiha balafireke xwekuj a çeteyên dewleta Tirk a dagirker li nêzî Reqayê bombebaran kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.