Jinan li dijî tecrîdê nav di xwe da 

Çarşem 3 Adar 2021 - 16:18

Li Bagcilara Stenbolê, polêsên dewleta Tirk meşa jinan asteng kir. Li ser astengkirinê jinan şahî li dar xist.

Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) bi rasthatina 8’ê Adarê bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinan jiyanê û li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin” li navçeya Bagcilara Stenbolê xwest meşekê li dar bixin. Polîsan bi hêceta pandemiyê meş qedexe kir. Li ser vê yekê jin li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Bagcilarê kom bûn û şahî li dar xistin. Parlamenter Feleknas Ûca nerazîbûn nîşanî astengiyê da û got: "Em ji pergala em kirî tecrîdê re dibêjin, dakeve meydanê. Hûnê bi tirsa xwe biçin, em ê jî bi berxwedana xwe bimînin."

STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.