Jina xwe li nav zarokan kuşt

Çarşem 30 Kanûn 2020 - 05:39

  • Li bajarê Fransayê Strasbourgê, Yasemîn Çetîndag a 25 salî hate kuştin.

BARIŞ BALSEÇER
STRASBOURG

Li bajarê Fransayê Strasbourgê, Yasemîn Çetîndag a 25 salî, 23'ê Kanûnê winda bûbû. Derket holê ku Savaş Ozyanik ê 42 salî yê ku beriya du mehan pê re zewicandî bû, ew qetil kiriye. 

Malbata Yasemîn Çetîndag 23'ê Kanûnê ragihandibû polêsan ku keça wan winda ye. Di encama lêpirsîna Polêsên Edlî ya Navbera Herêman (DIPJ) de eşkere bû ku hatiye kuştin.
Bav Azad Çetîndag ê ji Çewlikê, got, "Keça min nêzî 8 salan bi vî kesî re bû. Çar zarokên wan hebûn. Dema dawî keça min nedixwest pê re bimîne.
Herî dawî sibeha 23'ê Kanûnê kujerê keça min diçe malê. Dibêje, Yasemîn bi hinekan re diaxive û li pêş çavên zarokan sîleyê lê dide. Piştre jî ji midbexê radihêje kêrê û wê birîndar dike. Ev jî têrê nake, bi fûlarê wê difetisîne. Piştre jî cenazeyê Yasemîn dibe banyoyê û derî digire. Zarokan dibe mala xwe û piştî ku vedigere, bi hevalekî xwe re cenazeyê keça min dibe li daristanekê vedişêrin."

Çetîndag ku niha li Çewlikê ye diyar kir ku ew her sibeh teqez bi telefonê bi keça xwe re diaxivî û got, "Dema ku wê sibehê telefon nekir, min meraq kir û min telefonî wê kir, lê nekarî bigihêjim wê. Piştre kujer geriya, wî got, zarok bi wî re ne, lê wî Yasemîn nedîtiye."

Hevalê kujer lê eşkere kir
Bav Çetîndag got, "Li ser vê yekê min ji malbata xwe xwest ku yekser li polêsan bigerin. Polîs jî zarok jê standin û radestî malbata min kirin. Piştî ku çûn mala Yasemîn dîtin ku banyo paqij e, lê belê dema ku lêkolîneke berfireh kirin, şopa xwînê dîtin. Lê belê vî kesî digot, Yasemîn nedîtiye. Ew destgîr kirin.
Neviya min a herî mezin Asmîn a 8 salî ya ku wê êvarê bi serê dayika wê hat, bi berfirehî gotiye. Ya ku ez dibêjim, gotinên neviya min in. Piştî lêkolîna bi berfirehî ya polêsan cenazeyê keça min sibeha 28'ê Kanûnê li daristana Vendenheimê veşartî dîtin."

Li gorî agahiyên rayedarên polêsan, Yasemîn Çetîndag 23'ê Kanûnê li taxa Montagne-Verte ya Strasbourgê, li daîreya ku tevî çar zarokên xwe lê dima, ji aliyê hevserê xwe yê berê ve hatiye kuştin û cenazeyê wê li daristanê hatiye veşartin.

Savaş Ozyanik ku destpêkê kuştina Yasemîn Çetîndag înkar kir, ji aliyê derdorê ve weke yekî bi hêrs û hesûd dihate naskirin.

Rayedarên polêsan diyar kir ku piştî ku hevalê kujer cihê ku Yasemîn lê hate veşartin nîşan daye, Savaş Ozyanik  li kuştinê mikur hatiye û di 26'ê Kanûnê de hatiye girtin.
Firotina narkotîkê jî di nav de Savaş Ozyanik ji ber gelek sûcan 11 caran hatiye girtin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.