Ji bo piştgiriya raperîna li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, li gelek welatên Ewrûpayê dawiya hefteyê çalakî hatin lidarxistin.
Li bajarên Elmanyayê, Berlîn, Koln, Dortmund, Hannover, Hamburg, Saarbrucken û Freiburgê li bajarên Fransayê Parîs, Bordeaux, Strasbourg û Montpellierê, li bajarên Swêdê Stockholm û Malmo, li paytexta Nowêcê Osloyê, li bajarê Swîsreyê Zurîchê û gelek deverên din çalakî ji bo rûreşkirina êrişênrejîma Îranê û piştgiriya raperîna li dijî rejîmê hatin lidarxistin.
KOLN: PJAK, KJAR, Meclîsa Jinan a Viyan a Kolnê û Komalayê mîtîng organîze kir. Komeke jinên Kurd jî performanseke şanoyî ya şehkirina porê Jînayê pêşkêş kir. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeya ‘’Jin, jiyan, azadî’’ hat berzkirin. Li ser navê KJAR’ê Cemîle Bokan, li ser navê Meclîsa Jinan a Viyanê ya Kolnê Berîvan Başûr, li ser navê Dîe Lînkeyê Hamîde Akbayirê di axaftinên ku kirin de wiha got, “Êrişa li dijî Jîna Amîniyê, xeleka dawîn a zext û êrişên dewleta Îranî li dijî jinan e. Serhildana li Rojhilat û Îranê, mînaka herî berbiçav a daxwaza azadiyê ya jinan û gelan e.’’
SAARBRUCKEN: Bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn, polîtîkayên nîjadperest û qirker ên dewleta Îranê protesto kirin. Çalakî, bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Şehîd Şîrîn Elemhûlî hat kirin. Jinan, di vê çalakiyê de jî porê xwe jê kir û peyama piştevaniya ji bo jinên berxwedêr ên li Rojhilat û Îranê da.
BERLÎN: Li paytexta Elmanyayê bi sedan kesî êrişên rejîma Îranê yên li dijî jinan û xwepêşanderan protesto kir. Wan peyamên azadî ji Îranê re, jin jiyan azadî û şideta li dijî her jinê şideta li dijî jinan hemûyan e, hatin dayîn.
STOCKHOLM: Bi hezaran kesî dewleta Îranê protesto kir û ji bo piştgiriya serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên piştî qetilkirina Jîna Amînî, li paytexta Swêdê Stockholmê çalakiyek li dar xist. Kurd û dostên wan li meydan Sergels Torgetê hatin ba hev û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “dewleta kujer” gotin.
Çalakvanan bi armanca protestoyê porê xwe qut kirin û hinekan laçikên xwe avêtin erdê û şewitandin.
MALMO: Li vî bajarê Swêdê bi sedan kesî meşeke protestoyî li dar xist. Çalakvan li Möllevångstorgetêlê hatin ba hev û heta Gustav Adolfs Torgetsê meşiyan. Di çalakiyê de ji bo berxwedana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê peyamên piştgiriyê hatin dayîn.
OSLO: Bi sedan Kurd, Îranî, Norwêcî û xelkên din, li paytexta Norwêcê Osloyê li ber Parlamena Norwêcê hatin ba hev. Çalakvanan êrişên hêzên dewleta Îranê yên li dijî çalakiyên protestoyî şermezar kirin û berxwedana gelan silav kirin.
PARÎS: Li paytexta Fransayê, bi sedan Kurdistanî, Acem, Îranî, Fransî, Cezayîrî û miletên din li ber Kaniya Bêgunehan (Chatelet Les Halles) hatin ba hev. Di çalakiyê de hêrsa li hemberî rejîma Îranê û pergala desthilatdariya mêr bal kişand ser xwe. Li ser navê TJK-F’ê Bêrîvan Firat di çalakiyê de got, “Dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ di têkoşîna jinên Kurd a li hemberî dîktatoriyê de hate gotin, lê niha bûye dirûşmeya bi milyonan jinên cîhanê. Em niha bang li jinan dikin, bila ne jin, mêr porê xwe kur bikin.”
BORDEAUX: Li vî bajarê Fransayê li meydana Grande Théâtreê mîtîngek bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê (TJK-E) hat lidarxistin.
STRASBOURG: Li vê bajarê Fransayê li ser banga Înîsiyatîfa Jinên Îranî û piştgiriya Însiyatîfa Jinan a Zîn çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiya li Place Gutenbergê de qisekeran bal bire ser dijminahiya dewlet û dîn a li hemberî jinan. Wan got, rejîma Îranê li ser esasê koletiya jinê hatiye avakirin.
MONTPELLIER: Li vî bajarê Fransayê li Place Comedieyê bi pêşengiya TJF-Montpellierê çalakî hate lidarxistin û rejîma Îranê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku hemû jinên hatine qetilkirin û nexasim Jîna Amînî, şehîdên têkoşîna jinan in.
ZURÎCH: Li vî bajarê Swîsreyê li Helvetîaplatzê li ser banga Tevgera Jinên Kurd (YJK-S), Komeleya Zehmetkêşan Kurdistan, Komela Rojhilat bi sedan kes hatin ba hev. Hevseroka CDK-S’ê Selma Surer got, “Em ji bo Jîna Amîniyê li vir in. Ji ber tayê porê wê xuya bû, ji aliyê polêsên Îranê ve hat qetilkirin. Jîna Amînî serhildana me ye.’’
NAVENDA NÛÇEYAN