- “Roj roja jina ye, Şengal wê bi pêşengiya jinan ava bibe.”
Li Şengalê jinên Êzîdî û Ereb li Deriyê Kersê yê Çiyayê Şengalê bi soza azadiya jinê û avakirina xweseriya Şengalê ev peyam dan: “Roj roja jina ye, Şengal wê bi pêşengiya jinan ava bibe.”
Şahiya 8’ê Adarê li Deriyê Kersê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) hat pîrozkirin.
Deriyê Kersê ketina Çiyayê Şengalê ye û di fermana 3´yê tebaxa 2014’an de bi sedhezaran Êzîdiyî xwe gihandibû çiyayê pîroz û li hemberî çeteyên DAIŞ’ê xwe spartibûnê.
Jinên Şengalî li vê derê doh, bi soza bilindikirina têkoşîna azadiya jinê û avakirina xweseriya Şengalê bi coşeke mezin 8´ê Adarê pîroz kir. Di çarçoveya bernameyê de koma govendê Koma Kulîlkên Adarê, koma karateyê ya endamên YJŞ’ê, Koma Ş.Melsa, koma şanoyê Hêviyên Jiyanê, koma erbanê ya Stêrkên Sor hunerên xwe pêşkeş kirin. Koma Hêviyên Jinên Şengalê û hunermend Îda Şengalî jî stran gotin.
Jinên Êzîdî serî natewînin
Endama Koordînasyona TAJÊ, Riham Hico li ser navê jinên Êzîdî got, “Êrişên li dijî jinan, êrişên li dijî civakan dewam dikin. Em wekî jinên Êzîdî, ew 7 sal in ku li hemberî dagirkerî û qirkirinê, li hemberî pîlan û komployan li ber xwe didin; em dibêjin, çiqasî êriş dijwar dibin bila bibin, em ê wekî jinên Êzîdî ti carî serî netewînin. Xebatên me ji bo tevahiya jinan in.
Em wekî TAJÊ, bi rasthatina 8’ê Adarê, vê sozê didin; ji bo yekîtî, rêxistinbûna jinan, ji bo em azad bijîn, ji bo em ji desthilatdariyê xilas bibin, ji bo em xweseriya Şengalê ava bikin, em ê heta dawiyê têbikoşin. Em vê rojê dikin wesileya Şengala xweser, demokratîk û azad. Roj roja jinan e, Şengal bi pêşengiya jinan wê ava bibe.”
ROJNEWS/ŞENGAL