Komxebata jinan a têkildarî komkujiyên li Mezopotamyayê û bandorên wan li ser jinan bi dirûşma “Bi hêz û hevgirtina jinan em ê siyaseta parçekirinê û qirkirina gelan a Lozanê têk bibin” û bi beşdariya zêdetirî 60 nûnerên siyasî ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dar ket û bi encamnameyekê bi dawî bû.

Ji xalên sereke yên encamnameya komxebatê, avakirina lêvegereke jinan û pêkanîna konfederaliya jinan li ser asta Rojhilata Navîn, parastina destkeftiyên jinan ji bo ku li hember siyasetên li dijî jinan bisekinin, eniya hundirîn a jinan li ser tevahî astan, parastin û mekanîzmaya parastinê xurttir bikin û li hember tevahî siyasetên li dijî herêmê bisekinin bûn.

Em ê eniya jinan ava bikin

Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Şîraz Hemo, encamnameyên komxebatê û rêbazên pêkanîna wê nirxandin.

Şîraz bal bire ser beşdariya jinan di komxebatê de û sedemên hilbijartina mijara komxebatê ku Peymana Lozanê bû û got: “Me girîngî da rewşa jinan li gel Peymana Lozanê, qirkirinên li dijî wê pêk hatine. Ji bo wê diviyabû ku rêbazên sekna li dijî siyasetên parçekirinê yên ku hêzên hegemon li herêmên me kirine, werin nîqaşkirin. Parçekirina ku di encama peymanê de pêk hatiye, serî pêşîn li dijî civak û jinan bû. Di radeya yekemîn de jin bi van siyasetan re rû bi rû ma. Ji lewre diviyabû dîrok baş were xwendin û analîzkirin, ders jê bên girtin û têkoşîn were mezinkirin. Bi dersên ku jinan bi dest xistine, bi xurtkirina pergala xwe ya parastinê, em ê li hember van siyasetan bisekinin û Peymana Lozanê têk bibin.”

Têkildarî rêbazên praktîkkirina encamnameyê jî Şîraz Hemo wiha axivî:“Armanca me, avakirina eniyeke xurt a jinan e da ku planên vê peymanê têk bibin. Tevahî xalên encamnameyê, yên jinên tevahî herêmên Rojhilata Navîn in.”

ANHA/HESEKÊ