- Kongreya Star a Şamê: Em vî sûcê hovane ê bi desteka dewleta Tirk, şermezar dikin. Em wekî jinên Kurd destekê didin tevahî jinan, çi Ereb çi jî Kurd, çi Suryan çi ji neteweyên din. Em bi jinên cîhanê hemûyan re da ku bigihêjin azadiya xwe û zêhniyeta desthilatdar a sûcdar têk bibin.
Şehîdkirina her du rêveberên Meclisa Deşîşayê, li paytexta Sûriyê Şamê hate şermezarkirin. Meclisa Jinan a Sûriyê û Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qetilkirina Seida Feysel El-Hermas û Hind Letîf El-Xidêr wekî sûcekî li dijî mirovahiyê bi nav kir. DAIŞ´ê jî bi daxuyaniyeke di ser hesabên xwe yên medyaya civakî, berpirsiyariya vî sûcê li dijî mirovahiyê girte ser xwe.
Kongreya Star a Şamê bi daxuyaniyekê şehîdkirina hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir ê ser bi navçeya Deşîşayê, Seida Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr, şermezar kir.
Daxuyanî bi amadebûna endamên kongreyê li taxa Zorava ya Şamê hate dayîn û hat gotin: "Em vî sûcê hovane ê bi desteka dewleta Tirk, şermezar dikin. Em wekî jinên Kurd destekê didin tevahî jinan, çi Ereb çi jî Kurd, çi Suryan çi ji neteweyên din. Em bi jinên cîhanê hemûyan re da ku bigihêjin azadiya xwe û zêhniyeta desthilatdar a sûcdar têk bibin."
Êriş li dijî projeya demokratîk e
Meclisa Jinan a Sûriyê û Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyên cida qetilkirina hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayirê Seida Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr şermezar kir.
Di daxuyaniya Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hate gotin: "Armanca vê êrişê hedefgirtina projeya neteweya demorkatîk û projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e, ya ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşengiya wê dikin ku bi keda bi hezaran şehîdên ji pêkhateyan hemûyan hatiye damezradin.
Em vê kirina terorîst a hovane ya li dijî jinan û li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin û bang dikin da ku ji planên ku jinan dikin hedef hişyar û baldar bin."
Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li tevahî rêxistinên jinan ên li Sûriyê û Bakur û Rojhilatê wê kir da ku li hemberî pîlanên li dijî têkoşîna jinan û destketiyên wan, hevgirtî bin. Meclisê her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî û hemû rêxistinên hiqûqî kir da ku ji bo bidawîkirina sûc û şideta li dijê jinan bixebitin.
DAIŞ´ê li xwe girt
Çeteyên DAIŞ'ê qetilkirina rêveberên Meclisa Deşîşayê girt ser xwe. Çeteyên DAIŞ'ê revandina û qetilkirina hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir Seîda Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr girt ser xwe.
ŞAM/QAMIŞLO
Mezlûm Ebdî soza edaletê da
Fermandarê Giştî yê QSD´ê Mezlûm Ebîd li ser şehîdkirina herdu rêveberên jin ên meclîsa Deşîşayê daxuyaniyek da. Wî li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Seida Feysel El-Hermas û Hind Letîf El-Xidêr gava bi erka xwe radibûn da ku xizmeta xelkê bikin, bi destê xayîn û tirsonekan şehîd bûn. Ev sûcê rezîl li dijî jina azad û nirxên demokratîk e. Ez sersaxiyê dixwazim ji malbatên her du şehîdan re. Û em soz didin miletê xwe ku em ê bela xwe ji van şaneyên sûc bernedin heta edalet pêk bê."