- “Em ji bo parastina herêmê nexasim navçeya Holê ku kampa malbatên DAIŞ`ê tê de heye, tev li perwerdeyê bûn.”
Jin û mêrên navçeya Holê ya ser bi kantona Hesekê, di çarçoveya amadekariyên li hemberî êrişan de, li gorî şerê gel ê şoreşgerî tev li perwerdeyên bikaranîna çekan bûn.
Di çarçoveya mafê parastina rewa de ji bo xweparastina ji hovîtiya dewleta Tirk a dagirker, xelkê Holê çi jin, çi mêr, çi ciwan û çi kalûpîr, bi hevikariya komîteyên parastinê yên komînan, xwe hînî bikaranîna çekan kirin.
Perwerde 3 rojan didome û li ser dersên li ser çekên sivik e.
Şêniyên navçeyê têkildarî mijarê bal birin ser giringiya bikaranîna çekan. Welatiya bi navê Hedîl Mihemed a ji Holê got, “Em ji bo parastina herêmê nexasim navçeya Holê ku kampa malbatên DAIŞ`ê tê de heye, tev li perwerdeyê bûn.”
Her wiha welatiyê bi navê Telî Ehmed îşaret kir bi giringiya xweparastinê ji bo parastina herêmê li hemberî êrişan kir û got, “Pêwîst e her kes xwe li gorî rewşa herêmê bi rêxistin bike, li gel êrişên dewleta Tirk û tevgerên şaneyên DAIŞ`ê.”
Ji destpêka Tîrmeha bihurî ve û piştî civînên Tehran û Soçiyê, dewleta Tirk a dagirker êriş û gefên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina herêmê zêdetir kirine. Li gorî çavdêran, her du civîn berjewendiyên her sê aliyan li ser hesabê gelê Sûriyê pêk tîne.
ANHA/HESEKÊ