Jin û ajalên dirinde bi hev re

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 21 Tîrmeh 2022 - 21:03

  • Dimitra Milan bi şêwaza xwe ya serbest a li ser tuwalê û sembolîzma xwe, balê dibe ser têkiliya di navbera jin û hewyanan de.

Dimitra Milan bi şêwaza xwe ya serbest a li ser tuwalê û sembolîzma xwe, balê dibe ser têkiliya di navbera jin û hewyanan de. Wê di 5 saliya xwe de dest bi wênesaziyê kiriye û gava bûye 14 salî pêşangeha xwe ya ewil vekiriye.

Di vî warî de keçikeke şareza ye û karên serketî dike. Wê ji piçûkatî ve nexasim heywanên dirinde yên razber xêz kirine. Şêr, piling, gur û rovî çend ajalên sereke ne di tabloyên wê de. Jixwe, ew jî dibêje, “Ez bi çi awayî dest pê bikim jî di dawiye de dibînim ku min ajal û jinek bi hev re xêz kirine.”

Dema Dimitra Milan resmekî xêz dike, ew jî nizane dê encameke çawa wê derkeve holê û li ser têgehan nasekine.

Ew vê rewşê jî wiha rave dike, “Ez ji bo têgehekê ava bikim yan jî xêz bikim, dest bi wêneyekî nakim ti carî. Piştî diqedînim, ez jî li ser difikirim hinekî û dixwazim bi mane bikim. Lê çi bikim jî di nav her tabloya min de fîgura ‘gur’ derdikeve pêş. Ew ji bo min hêja û bi mane ne û dikarim bi gelek hûrgiliyên wan dakevim da ku wan xweşik sembolîze bikim.”

Tabloyên Dimitri Milan ji rastiyê dûr in û ew bi şêwaza surrealîst tabloyên jin û ajalan çêdike. Ew dibêje, destpêkê wê hinek zehmetî kişandiye, lê piştî ku hin tişt xistine serê xwe û li ser wan fikiriye, wê zehmetî nekişandiye û niha xwe ji bo vî karî pirr bi hêz dibîne.

TIFLÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.