Jin pêşeng in

Nûçeyên Jin

Şemî 6 Adar 2021 - 01:28

  • KCK û KNKʼê der barê 8ʼê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de daxuyanî dan û weke rojeke têkoşîna demokrasiyê destnîşan kirin û anîn ziman ku wê ev têkoşîna bi pêşengiya jinan dawî li desthilatiyê bîne. 

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkildarî 8'ê Adarê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Tirkiye veguheriye navenda paşverûtiyê ya bi serweriya mêr. Ya ku vê paşverûtiyê temsîl dike, desthilatdariya AKP-MHP'ê ye. Dijminatiyê li jinê dike. Lewma di sala 2020'î de herî zêde êrişî jinê kir, bi sedan siyasetmedarên jin ên têkoşîna azadiyê ya jinê xist zindanê. Destavêtin û kuştina jinê jî weke amûrek ji bo xurtkirina serweriya mêr bi kar anî."

Teşiya jinên Kurd digere

Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku tevgerên têkoşîna azadiya jinê nekin bingehê xwe nikarin jiyana demokratîk û azadiya mirovahiyê bi rê ve bibin û got: Di şexsê têkoşîna azadiya jinên Kurd de, têkoşîna azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn bi teşiya Kurd bigerin, wê Rojhilata Navîn bigihîne şaristaniya demokratîk. Teşiya Kurd ku îro weke têkoşîna azadiyê ya jinê digere, ne tenê ji bo Rojhilata Navîn her wiha ji bo tevahiya mirovahiyê digere ku bigihîne şaristaniya demokratîk.”

Herî zêde êrişî jinê kirin

Li ser rewşa Tirkiyê ketiye navê, di daxuyaniyê de tesbît têne kirin û balê dibe ser desthilata AKP-MHP'ê ya dijminatiya jinê dike û tê gotin: “2020’ê” herî zêde êrişî jinê kir, bi sedan siyasetmedarên jin ên têkoşîna azadiyê ya jinê xist zindanê. Destavêtin û kuştina jinê jî weke amûrek ji bo xurtkirina serweriya mêr bi kar anî. Lewma têkoşîna jinên Kurd, Tirk, Ereb, Çerkez, Misilman, Xiristiyan, Êzidî, Elewî ya li dijî desthilatdariya AKP-MHP'ê bûye têkoşîna rizgariya mirovahiyê. Têkoşîna jinan a li dijî desthilatdariya AKP-MHP'ê ya dijminê jinan û mirovahiyê, ku wê di 8'ê Adara 2021'ê de hîn geştir bibe, ji bo têkoşîna demokratîkbûna Tirkiyeyê û azadiya Kurdistanê wê diyarker be. Jin wê ji binî ve dawî li desthilatdariya AKP-MHP'ê bînin.

Di sala 2021'ê de têkoşîna azadiyê ya jinan wê di hilweşandina desthilatdariya AKP-MHP'ê de bi rola xwe rabe û desthilatdariyên paşverû yên li cîhanê hemûyan ji binî ve bihejîne. 

Bi 8'ê Adarê re rabûna jinan li Kurdistanê, Tirkiye û cîhanê wê ewrên reş ên li ser mirovahiyê belav bike, wê jiyana demokratîk û azad a mirovahiyê mîna rojê hilîne."

Jin vê zêhniyetê bi bin bixin

Komîsyona Jinan a KNK'ê jî bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de 8'ê Adarê li dayikên şehîdan, jinên şoreşger û berxwedêr hate pîrozkirin û jinên şehîd bûne hatin bîranîn. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di 8'ê Adara 2021'ê de asta têkoşîna jinên Kurd hem li Kurdistanê hem jî li Rojhilata Navîn û cîhanê li dijî her cûre êrişan bûye cihê hêvî û baweriyê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Weke di dîrokê de îro jî dewletên dagirker hem siyaseta dagirkirin, qirkirin û mêtingeriyê li ser Kurdistanê dimeşînin, hem jî bi rê û rêbazên taybet li dijî jinên Kurd siyasetê dimeşînin.

Komîsyonê di daxuyaniyê de rewşa jinan li çar beşên Kurdistanê û bi giştî li cîhanê analîz kir û anî ziman ku çiqasî hêza jinên Kurd bi pêş dikeve êriş jî ewçend zêde dibin û got; “Êrişên dagirkeran li dijî jinên Kurd nexasim di sala dawî de pir zêde bûne. Jinên Kurd li aliyekî bi siyaseta kuştin, girtin, destdirêjiyê rû bi rû ne, li aliyê din jî êrişên mêr ên Kurd li dijî jinan dewam dikin."

Di dawiya daxuyaniyê de tê diyarkirin ku wê jinên Kurd li hemberî vê zêhniyeta dijminê jinê sala 2021ʼê hê bi xurtî têbikoşe û bi bin bixe.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.