Jin li pêş dagirkeriyê dibin bend

Duşem 26 Tebax 2024 - 01:55

Li kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina qetilkirina rojnamevanên jin ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve 2 meşên girseyî hatin lidarxistin. Li Qamişloyê Kongra Star meşek li dar xist.

Meşvanan wêneyên her du şehîdan û pankarta ˊHedefgirtina pêşengên jin hedefgirtina destkeftiyên şoreşa Jin eˊ hildan. Meş ji Çerxerêya Sonî dest pê kir û li kolana sereke ya Qamişlo geriya. Di meşê de siloganên ˊJin, Jiyan, Azadîˊ hat berzkirin.

Meş li pêş Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê veguherî mîtîngê. Li wir rêvebera Kongra Star Şeha Xelîl axivî û got:"Bi taybet dagirkerî êrişî rojnamevanên jin ên çapameniya azad dike ku ew rastiya şoreşa jinan, rastiya dagirkerî û xiyanetê eşkere dikin.Em ji desthilatdaran re dibêjin hûn nikarin vîn û şoreşa me têk bibin. Em ê bi hevgirtin û yekitiyê planên wan têk bibin û destkeftiyên xwe biparêzin." Meş bi diruşmên ˊJin, Jiyan, Azadîˊ, ˊBimire dagirkerî û xiyanetˊ ûˊŞehîd namirinˊ bi dawî bû. Di heman çarçoveyê de li Dêrikê jî, bi beşdariya xelkê bajarên Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer û xelkê Dêrikê meşek hat lidarxistin. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û wêneyên şehîd Gulistan Tara û Hêro Behadîn hatin hildan.

Meş ji qada azadiyê heta bi kolana sereke ya Dêrikê dest pê kir. Li pêş navenda Kongra Star veguherî mîtîngê. Li vir Hevseroka Meclisa Bajarê Girkê Legê Nesrîn Mihemed axivî û got:’’Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li dijî jinên pêşeng de bi armanca têkbirina şoreşa jinan, fikir û îradeya wê ku ji Rêber Abdullah Ocalan girtine, dewam dike. Ew ê jin li pêş êrişên dewleta Tirk a dagirker bibin bendek û rastiyê bigihînin tevahî dewletên cîhanê." Rêvebera Kongra Star a Dêrikê Şadiya Yûsif jî got:"Sûceke din li dîroka Tirkiyeyê ya reş û sûcên wê yên li dijî ragihandin, rojnamegeriyê û weşandina rastiyê zêde dibe." Ev hedefgirtin binpêkirina li dijî tevahî qanûnên navneteweyî ne. Ev hedefgirtin helwesteke dijberî azadiya çapemeniyê û mafên mirovan nîşan dide."

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.