Jin koletiyê qebûl nakin!

Nûçeyên Jin

Duşem 18 Cotmeh 2021 - 01:01

  • Bi pêşengiya TJA û DBP’ê roja şemiyê li Amedê jinan bi dirûşma “Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dem dema azadiya jinê ye” mîtîngek çêkir.  

Bi pêşengiya TJA û DBP’ê roja şemiyê li Amedê jinan bi dirûşma “Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dem dema azadiya jinê ye” mîtîngek çêkir.  

Mîtîng bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Qada Istasyonê ya Amedê dest pê kir. Li Qada Istasyonê pankarta “Heta ku hemû jin azad bibin em ê bimeşin” ên bi zimanê Kurdî û Tirkî hatin daliqandin. Her wiha postere Denîz Poyraz a di êrişa li dijî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê de hatibû qetilkirin, li qada mîtîngê hatin vekirin. 

Di mîtîngê de parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr axivî. Nûran di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoyê û got: “Hûn baş dizanin em di pêvajoyên zor û zehmet de derbas dibin. Em jinên Kurd li hember êrişên hovane li ber xwe didin. Em van êrişan ji dîrokê baş nas dikin.Lê bila baş bê zanîn ku em hene, ji destpêka dîrokê heya îro em hene.”

Îmîr da zanîn ku îro têkoşîn li ser milê jinan bilind dibe û wiha axivî: “Yên ku ji bo me qêrina azadiyê wek mîras hiştine, Sakîne, Fîdan, Leyla, Asya, Sêvê, Pakize, Fatma û Hevrîn e û bi rihe wan em li ser vê qadê ne. Wek TJA em bejna xwe li ber wan ditewinin. Ji Qada Îstasyonê hezar silav em rêdikin ji bo Leyla Guven, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak, Aysel Tugluk, Ayşe Gokkan û bi hezaran jinên di zindanan de li gel me dimeşin, ew  bûne delîlên hevî û serkeftina me.”

‘Denîz ya vî welatî ye’

Di mîtîngê de dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz axivî û got: “Hûn hemû Denîz in. Divê em dest bi din destê hevdû. Denîz li avahiya HDP’ê hat qetilkirin û bê parastin bû. Denîz ne tenê Denîza min e, Denîza vî welatî ye.

Dibêjin derûniya kujer xirab e, lê ne wisa ye. Heke xirab bûya bila zirar bida xwe.”

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.