Jin jiyan azadî li meydanan e

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 8 Cotmeh 2022 - 05:39

Li gelek navendên Elmanya, Holanda û Belçîkayê li dijî qetilkirina aktîvîsta Jineolojiyê Nagîhan Akarsel û ji bo piştgiriya raperîna bi pêşengiya jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakî hatin lidarxistin.

Li Berlînê bi hezaran jin daketin meydanan û gotin, "Li hemberî sîstemên faşîst ên ku ji Nagîhan û Jînayan ditirsin, em ê têkoşîna xwe dewam bikin."

Li paytexta Elmanya Berlînê jin ji bo endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel û Jîna Amînî daketin meydanan û bi dirûşma "Jin jiyan azadî" biryardariya xwe ya têkoşînê nîşan da.

Li ser banga Meclîsa Jinê Dest-Danê bi hezaran jinên Kurd, Tirkiyeyî û înternasyonalîst nîvê şevê kom bûn.

Li ser navê Meclîsa Jinê Dest-Danê hate gotin, "Li cografya Kurdistanê bi sedan sal in jin li dijî mejiyê baviksalar têdikoşin. Li dijî sîstemên faşîst ên ji Nagîhan û Jînayan ditirsin, em ê mîna îro bi hezaran kesî têkoşîna xwe dewam bikin."

Meş li Oranienplatzê bi dirûşma "Kurdistan goristana faşîstan" bi dawî bû.

Li bajarên Kassel û Offenbachê jî qetilkirina endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihan Akarsel û Jîna Amîniyê bi çalakiyan hate protestokirin. Di çalakiyan de hate gotin ku faşîst ji têkoşîna ji bo azadiya jinan geş dibe û ji jinan ditirsin.

Li Offenbachê mîtîngê saet di 18.00’an de li ber şaredariyê dest pê kir. SPD, Kesk, Partiya Çepgir, DGB (Yekîtiya Sendîkayên Elman), nûnerên xwendekaran, rêxistinên ciwanan û endamên Meclîsa Jinan a Sarayê tev li mîtîngê bûn. Çalakî bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî“ bi dawî bû.

         

Li Holanda û Belçîkayê jî çalakî hebûn

Li bajarê Belçîkayê Liegê, Kurd û dostên wan ji bo piştgîriya serhildanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê meşiyan. Ew li ber dadgeha mezin a bajarê Liegê kom bûn. Di meşê de kuştina jinan û çalakvanan li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê hat şermezarkirin û wêneyên Jîna Amînî û jinên ku rejîma Îranê ew qetil kirine, hatin hildan. Di dawîyê de şanoyek li ser zexta li dijî jinê hat nîşan dan.

Bi armanca protestokirina qetilkirina endama Navenda Lêkolînê ya jineolojiyê Nagîhan Akarselê li bajarê Holandayê Arnhemê çalakî hat lidarxistin. Kurd û dostên wan bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Fatoş Saglamgozê hatin ba hev. 

NAVENDA NÛÇEYAN  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.