Jin jiyan azadî li her derê ye

Nûçeyên Dîaspora

În 30 Îlon 2022 - 03:32

Li bajarê Sîwêsreyê  Lozanê û li bajarê Belçîkayê Liegê jî jinan bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” di şexsê Jîna Amînî de polîtîkayên Îranê yên qirkirina jinan şermezar kirin û piştgirî dan berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê.

Saziyên jinan, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên ji hemû pêkhateyan li Lozanê hatin gel hev, di şexsê Jîna Amînî de qetlîamên dewletê yên li dijî jinan protesto kirin.

Jinên Kurd, Îranî, Tirk û Swîsreyî ji bo bibîranîna jinên hatine qetilkirin di şexsê Jîna Amînî de û ji bo piştgiriyê bidin berxwedana li Rojhilat û Îranê li qada Riponne hatin cem hev. Ji wir ew bi dirûşma "Jin jiyan azadî" meşiyan. Jinan li qada St Laurantê mîtîng li dar xist. Li vir jinan çarikên bi xwe re anîn, şewitandin.

Li ser navê Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê Nazîle Halîme Hasan metna ku Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê amade kiribû xwend. Çalakî bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî“ bi dawî bû.

Li Liegê, jinên Kurd, Fars û Belçîkî li pêşiya Meclîsa Jinê ya Şehîd Ronahî civiyan û piştgirî dan serhildana jinan a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê.

Jin bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Şehîd Ronahî li qada stasyonê ya Liegê kom bûn.

Jinan dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" got û bal bire ser zext û zordariya li Îranê û rejîm rûreş kir.

LOZAN/LIEGE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.