Jin dê 8ʼê Adarê li qadan bin

Gulîstan ÇIYA ÎKE nivîsand —

Çarşem 3 Adar 2021 - 03:00

  • 8’ê Adara 2021’an jî jin dê nehêlin hêzên deshilat Covid-19 mîna amûrekî şerê taybet ji bo astengkirina têkoşîna azadiyê bi kar bînin. Jin dê 8’ê Adarê li qadan bin, dê hesabên desthilata dewleta mêr serûbin bikin. 

Piştî çendekê em ê 8'ê Adarê roja jinên kedkar a cîhanê pêşwazî bikin. Jin hemû kedkar in; ji ber ku di bin zordestiya pergala mêr a desthilat de mane, jiyana wan ji aliyê zilaman ve ketiye bin îpotekê û rehîn hatine girtin. Jin beşekî civakê ne ku zilm û zorek giran, demdirêj, kûr û berfireh li ser pêk hatiye. Lewma daxwaza jinan ya azadî û demokrasiyê pir kûr û berfireh e. Ji ber vê ye, jin xwediyê potansiyeleke mezin a şoreşger in.

Bi sedsala 21. re ev potansiyelê şoreşger bi awayekî rêxistî û çalakger ketiye nava tevgerê. Bêguman jin sedsalên 19’an û 20’an jî di nava lêgerîna azadiyê de bûn. Ev lêgerîn zêdetirî xwe li dijî zext û neheqiyê mîna reaksyon û berxwedanekê xwe dida der. Lê ber bi dawiya sedsala 20’an serhildan û berxwedana jinan derbasî qonaxek nû bû. Jin ketin nava berxwedaneke hîn zanatir û rêxistî. Yê ku ev pêk anî jî Rêber Apo bû. Salên 1980’an rêbertiyê analîz û lêhûrbûnên der barê jin û malbatê de kûr û berfireh kir. Di Adara 1998’an de lêhûrbûna Rêber Apo ya der barê heqîqeta jinê de veguherî îdeolojiya rizgariya jinê. Ji 1998’an ve tevgera azadiya jinê her sal hîn xurttir û leztir bû, rehendên nû li xwe zêde kir. Cara yekê di nava civakbûna wê ya dîrokî de têkoşîna azadiya jinê giha bingehek felsefî, îdeolojîk û teorîk.

Bi vî awayî jinan hem raboriya xwe baş fêm kirin, hem jî karîn pêşiya xwe baştir bibînin. Têkoşîna azadiya jinê ya gehiştî bingehê îdeolojîk û teorîk, pêşdît ka wê di cîhaneke çawa de, bi mirovahiyeke çawa bigehe jiyana azad û demokratîk. Stratejî, taktîk, xeta rêxistinî û çalakiyê ya tevgera azadiya jinê li ser vî bingehê îdeolojîk-teorîk zelal bû. Bi vê zelalbûnê tevgera azadiya jinê karî gavên mezin bavêje. Bûyîna xwediyê bingehê îdolojîk-teorîk ji bo têkoşîna azadiya jinan qonaxeke nû ya dîrokî ye.

Ne tevgereke di nava pergala mêr de li ber bayê rastgir û çepgiran dikeve; li ser vî bingehê îdeolojîk-teorîk têkoşîneke azadiya jinê ya xeta xwe zelal û têr dizane derket holê. Bi saya vê rastiyê îro têkoşîna azadiya jinê her roj xurttir û bi bandortir dibe. Ji ber vê sebebê têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd pêş dikeve, di nava têkoşîna azadiya jinên cîhanê de dibe hêza herî bi bandor û diyarker.

Paradigmaya Rêber Apo ya xwe disipêre îdeolojiya azadiya jinê, îro ji mirovahiyê re rêya rizgariyê nîşan dide. Di çerçoveya vê paradîgmayê de heqîqetek jinê heye ku ne tenê ji bo xwe, ji bo rizgariya mirovahiyê jî pêşengiyê dike. Yê ku vê pêk tîne Rêber Apo ye. Ji vî alî de Rêber Apo di heman demê de bûye xwediyê rûmeta rêbertiya têkoşîna azadiya jinê jî. Ji ber rêbertiyên heqîqî di warê felsefî, îdeolojîk û teorîk de rê û rêbazê datînin ber tevgerên têkoşînê. Ji bo tevgera azadiya jinê Rêber Apo ev yek pêk aniye. Lewma jinên têkoşer ên azadiyê vê têkariya Rêber Apo teqdîr dikin. Li ser xeta Rêber Apo ya azadiya jinê kûr dibin, lêhûr dibin û xwe bi hêz dikin.

Rêber Apo diyar kir ku sosyolojî tenê bi fêmkirina xeta azadiya jinê pêkan e. Ji vî alî de wekî zanista sereke ya sosyolojiyê jinelojî pêşniyar kiriye. Rêber Apo diyar kiriye ku zanista jinê neyê fêmkirin, ti heqîqetên sosyolojîk û civakî nayên fêmkirin. Îro tevgera azadiyê ya jinên Kurd giranî daye ser zanista jinelojiyê û hewl dide jiyanê zêdetir ronî bike. Jixwe ya ku pirsgirêkên sedsala 21’an ronî bike û çareser bike jineolojî ye. Tenê bi vî rengî sedsala 21’an wê li ser bingehê azadiya jinê bibe sedsala ku mirovahî bigehe jiyana azad û demokratîk.

Rêber Apo got azadiya jinê ji azadiya neteweyî û çînî bi watetir û nirxtir e. Wiha giringiya xwezanîn û azadiya jinê destnîşan kiriye. Jixwe ew têkoşînên neteweyî û çînî yên negehiştine vê zanînê, di rastiyê de nikarin serkeftî bin. Lewra yên dixwazin azadiya neteweyî û çînî bi dest bixin, divê îdeolojiya azadiya jinê pir baş fêm bikin û li ser vî bingehî têkoşîna xwe bigehînin serkeftinê. Naxwe dê wekî dema sosyalîzma pêkhatî, ev têkoşîn ji rê derkeve, birize û dê li encamên dijberî armancê biqelibe.

2020 bû sala jinan. Jinan guh nedan pandemiyê û şerê taybet yê pergala dewlet-zilam. Li her devera dinyayê rabûn ser piyan. 8’ê Adara 2021’an jî jin dê nehêlin hêzên deshilat Covid-19 mîna amûrekî şerê taybet ji bo astengkirina têkoşîna azadiyê bi kar bînin. Jin dê 8’ê Adarê li qadan bin, dê hesabên desthilata mêr-dewletê serûbin bikin. Dê bend û astengên dewlet-zilam dîsa nas nekin, sala 2021’an bikin sala xurtkirina hêvî û azadiyê.

Bi hêviya ku di serî de Kurdistan, li her devera dinyayê jin dakevin qadan, li dijî pergala desthilat ya mêr têkoşînê xurt bikin…

8’ê Adarê roja têkoşîn û hevgirtinê ya jinan pîroz be…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.