Jin darê zorê red dikin

Nûçeyên Jin

Pêncşem 30 Adar 2023 - 00:13

  • Li Îranê û li Rojhilatê Kurdistanê jin êdî hîcaba bi darê zorê red dikin. Di pîrozbahiyêîn îsal ên Newrozê de ev yek eşkeretir derket holê. Hin parlamenterên rejîmê dixwazin vê helwêstê bi cezayên giran ceza bikin. 

Tevî hemû zext û binçavkirinan, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê nerazîbûn û çalakiyên di çarçoveya serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ de dewam dikin. Li gelek bajaran mamosta û muçexwer çalakî li darxistin û daxwaza mafên xwe kirin. Her wiha li dijî proje yasaya sepandina hîcaba bi zorê, jin li gelek navendên giştî hîcabê ji serê xwe dikin û nerazîbûna xwe ya li dijî proje yasayê nîşan didin.

Gora jina ciwan a Kurd Jîna Amînî ya li bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê bûye rawestgeheke wan kesên azadîxwaz û kesûkarên di serhildana ‘Jin jiyan azadî’ de jiyana xwe ji dest dane.

Di rojên bihurî de ji gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê malbatên kesên di serhildanê de şehîd bûne, diçin serdana gora Jîna Amînî ya li goristana Ayçî ya li Seqizê.

Malbata Simko Mewludî yê di xwepêşandana li Mehabadê de şehîd bûbû, çû serdana gora Jîna Amînî û şehîdên şoreşê bi bîr anîn.

 

Jin hîcaba bi zorê red dikin

Tevî zext û hewildanên rejîma Îranê yên ji bo sepandina hîcaba  bi zorê, roj bi roj hejmara wan jinên ku li cihên giştî serqot digerin, zêde dibe. Di çalakî û şahiyên Newrozê de hejmarek zêde ya jinan, weke nerazîbûna li dijî hîcaba bi darê zorê, bi awayê ser vekirî wêneyên xwe girtin û li ser medya dijîtal parvekirin.

 

Cezayê hîcabê 3 milyar Timen e

Cezayê kuştina bi xeletî, kêmtir e ji cezayê bikarneanîna hîcabê.

Li gorî projeyasaya ku ji aliyê tundrewên nava parlamena Îranê ji bo zêdetir sepandina hîcaba bi zorê amadekirine, jinên ku yasayê bin pê dikin ji 500 hezar Timen ta 3 milyar Timen cezayê darayî jê re hatiye diyarkirin.

Derbarê mijarê de rojnamevanê naskirî yê Îranê Mihemed Axazade li ser twîtterê peyamek parve kir û got, “Hûn çi wêneyek di hikûmeta xwe de nîşan didin ku giyanê mirovekî bi 900 milyon Timenî û derketina çend ta ji porê jinan bi 3 milyar Timenan ceza dikin.” Li gorî yasayên Îranê, heger kesek bi xeletî û bê xwestek bibe sedemê mirina kesekî, divê ew kes bi qasî 900 milyon timenan pere bide malbata kesê hatî kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.