Ji YMK’yê pirtûkeke Kurmancî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 26 Mijdar 2024 - 00:53

ARAT ARARAT

Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewrûpa (YMK) ji bo dersên zimanê dayikê yên kurdî, zaravayê kurmancî pirtûkek nû meha Cotmehê çap kir. Ev pirtûk ji bo zarokên kurd yên li dibistanên Elmanyayê bi fermî diçin dersên zimanê kurdî, polên yekê hatiye amadekirin. Navê pirtûkê “Kurdî 1 (Kurmancî)” ye.

Helbet amadekarîya pirtûkên Kurdî ne wisa hesanîye. Ji bo wê em vê xebatê pîroz dikin û hêvî dikin ku zarokên Kurd ji van pirtûkan zimanê xwe hîn bibin û pêş bixin. Derheqa pirtûkê de nivîskarê pirtûkê Mamoste Abdulqadir Ulumaskan axivî û got “Di pirtûkê de tevî hînkirina alfabeya kurdî, bi alfabeyê ve girêdayî hînkirina; axavtin, xwendin û nivîsandina hînbûna peyvên bingehîn yên li gorî asta zarokên dibistana serateyî ye. Pirtûk bi çavdêriya Komisyona Materyalên Perwerdeyê ya YMKê, ji aliyên, pedagojîk, metodîk û dîdaktîkî ve hatiye nirxandin û wek pirtûka dersa zimanê kurdî hatiye pejirandin.“

Mamoste Abdulqadir li ser navaroka pirtûkê jî me agahdar kir. Mamoste ji bo navaroka pirtûkê van tiştan bibîranî; “Pirtûk bi giştî ji çar beşên sereke pêk tê 1. Bilêvkirin, xwendin û nivîsandina tîpan û peyvên bi heman tîpan, 2. Xwendin û nivîsandina tîp û peyan û kîtekirina wan, 3. Xwendin û nivîsandina peyvan û hevokên hêsan yên bi heman peyvan, 4. Xwendin û nivîsandina tîpên nêzdeng û peyvên têkildarî wan peyvan“

Pirtûka Kurdî 1 (Kurmancî) gistî 154 rûpel e û ji alîyê Weşanên Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewrûpa va hatîye amade kirin. Nivîsakarê pirtûkê jî Mamosteyên YMK Abdulkadir Ulumaskan û Mahmut Aydin in. Edîtoriya pirtûkê jî ji hêla Abdulkadir Ulumaskan ve hatiye kirin. 

Ji bo xwestina pirtûkê:

bestellservice@denge-mamoste.com

ISBN: 978-3-939844-82-2

Bihayê pirtûkê: 15,00 €

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.