- Namezetên Kurd bang li Kurdistaniyan dikin da ku dengê xwe di hilbiajrtinê de bidin namzetên wan temsîl dikin.
MURAT MANG
Li bajarê Elmanyayê Friedbergê ji bo hilbijartina cihî ya 14'ê Adarê 3 jinên Kurd ên ji heman malê ji du partiyan namzetê Meclîsa Şaredariyê ne. Fatma Demirkol ji Partiya Çep (Die Linke) ji rêza 4'an û keça wê Rozerîn jî ji rêza 11'an a heman partiyê namzet e. Xwişka Fatma Demirkolê, Berivan Çolak jî ji SPD'ê ji namzetên sereke ye.
Di lîsteya Die Linke de 10 jin û 10 mêr bi giştî 20 namzet hene. Fatma Demirkol a ji rêza 4'an namzet, bang li her kesî kir da ku dengê xwe bidin.
Ji bo edaleta civakî
Fatma Demirkol dibêje, daxwaza wan a sereke weke lîste, edaleta civakî ye: “Bi jareke elaqedarî vê, avakirina bêhtir xaniyên civakî û kêmkirina bihayê kirêyan e.
Wekî din muhim e pirsgirêkên çûnûhatinê bên çareserkirin. Huner, çand, sihet û perwerde divê li her kesî vekirî be û bi awaekî adilane bigihîje her kesî. Em dixwazin demokrasiyê xurt bikin û wekheviyê pêk bînin. Em ji bo bipêketineke bajarî ya ku mijarên civakî û hawirdorê muhim dibîne, dixebitin.”
Ji bo wê yek ji mijarên sereke xanî ne: "Komeleya xaniyan a şaredariyê ev bi salan e ku tê îhmalkirin, destekê nadinê. Niha li ber me ji bo qişleya berê ya Emerîkî ya ku bi salan e vala, li ber destê me derfeteke baş heye. Li wir dayreyên bi kirê yên bihayê kiriya wan erzan dikarin bên avakirin."
Fatma Demirkol a ku civaka Kurd a li Firedbergê wê weke Fatoş nas dike, bang li xelkê dike da ku dengê xwe di hilbiajrtinan de bi kar bînin.
Li dijî nijadperestiyê
Keça Fatma Demirkolê, Rozerîn Demirkol jî ji Partiya Çep ji rêza 11'an namzet e. Rozerîn a 23 salî niha ji bo rêveberiya buroyan perwerdeya pêşeyî dike. Ji sala 2017’an ve jî ew siyasî çalak e. Ew di nava Fridays For Future de jî cihê xwe digire, Ew dibêje, "Ez ji bo siberojeke baş têdikoşim. Têkoşîna min ji bo mafên civakî, sîstemeke perwerdê ya baş ji bo her kesî û derfetên kar ji bo her kesî ye. Mirov divê ne li navenda sîstema kara zêde bin. Berevajî vê, divê li navenda jiyanê xweza û mirov hebin."
Nûneriya miletên cihê muhim e
Bêrîvan Çolak-Loens jî ji SPD'ê yek ji namzetên sereke yê lîsteyê ye li Friedbergê. Ew xaltîka Rozerîn Demirkol e. Bêrîvan Çolak-Loens a 42 salî di wezareta perwerdê ya Baden-Württembergê de kar dike û bi xwe hiqûqzan e. Bêrîvan Çolak-Loens ji 2016'an ve di Meclîsa Şaredariyê de ye.
ji bo wê jî yek ji meseleyên sereke, meseleya xaniyan û kirê ye. Wekî din pêşniyaza parkeke teknolojiyê li ser erdekî 74 hektarî jî ji pêşniyazên lîsteya wê ye.
Ew dibêje, şaredarî lazim e adilane xizmeta tevahiya welatiyên abjêr bike.
Ew Friedbergê weke bajarekî bi pirr netewe û nasname bi nav dike û dibêje, "Yên ku di siyasetê de herî xurt, yan ên herî zêde deng girtine, yan jî ewên xwedî lobiya herî mezin in. Divê em dengê xwe bidin siyasetvanên ji xwe, û di siyaset û rêveberiyê de cihê xwe bigirin."