Ji xiyaneta Barzaniyan banga teslîmbûnê  

Pêncşem 22 Tebax 2024 - 02:35

  • Li gorî agahiyên  çavkaniyên ku herêmê ji nêz ve dişopînin, Barzaniyên ku parlamentoya herêmê betal kirine û bi rengekî deryasayî  û ne rewa herêmê kontrol dikin Kurdistan ji tevgera dagirker a Tirk re vekirine, banga ‘teslîm’bûnê li hêzên HPG’ê dikin. Parastin a bi ser Barzaniyan ve û MÎT’a Tirk ‘xeta qanehkirinê’’ û ‘’odeyên lêpirsînê yên hevpar’’ ava kirine.

Li gel hevkariya Barzaniyan jî tevgera dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê encama ku dewleta Tirk û Barzaniyan dayî ber xwe pêk nayê. Malbata Barzanî ku ji alî yasayî ve ti hikmê wan nemaye û parlamentoya herêmê betal kiriye ji bo domdariya berjewendiya malbata xwe, nokeriya dewleta Tirk didomîne. Malbata Barzanî ku deverên ku bi hêzên xwe yên çekdar kontrol dike, ji artêşa Tirk a dagirker re vekiriye û li gelek deveran hiştiye ku Tirk cihên kontrolê deyin û baregehên leşkerî ava bikin. Malbata Barzanî vê vê carê ji bo ‘’odeyên lêpirsîna hevpar’’ û ‘’xeta qanihkirinê’’ li gel dewleta Tirk ava kiriye.  Li gorî agahiyên berdest ku çavkaniyên geşedanên herêmê ji nêz ve dişopînin dane tîmên kirêkirî yên bi ser Barzaniyan ve banga ‘’teslîmbûn’’ê li hêzên HPG’ê dikin û  dixwazin ku hêzên HPG’ê teslîmî dewleta Tirk bikin. Bi bêtêlên ku dikevin frekansên bêtêlan ku ev bêtêl bi taybet hatine amadekirin ev bang tê kirin. Parastin û MÎT’a Tirk li herêma Garê ya Behdînan ku tevgera dagirkerî lê zêde ye ev bang têne kirin. 

Di radyonan de bang dikin

Di serî de beşa "xeta qanhekirinê" Berpirsê Çeteya sîxûriyê yê Hewalgirî Şimal Zubeyr Mehmûd û biraziyê Hoşyar Zêbarî û Rêveberê Herêma Akrê-Şêxanê Îslam Zêbarî ne. Bêtêlên taybet ên ji bo têkevin frekansên radyoyê her tim li ser rêyên ku hêzên HPG'ê lê ne digerin. Gelek caran di radyoyan de bangên “teslîmbûnê” tên kirin.

Banga ‘Di hembêza dewleta Tirk de bijîn’

Barzanî bi bêtêlan di bangên teslîmbûnê de wiha dibêjin: "Werin bibînin, em vê derê bi dewleta Tirk re bi rêve dibin, ma hûn naxwazin bibin parçeyeke vê yekê? Heke hûn bixwazin hûn dikarin werin li cem me bimînin. Em hemû dikarin li Kurdistana bi xweşî bijîn, an jî ger hûn bixwazin em dikarin bi dilxweşî di hemêza dilovan a dewleta Tirk de bijîn." Gotina "Wekî soz dane destê xwe nadin we û hûn ê biçin cem malbatên xwe" balê dikişîne. 

 ‘Odeyên lêpirsînê’ yên hevpar

Çavkaniyên herêmî pêşketineke din a li herêmê parve kirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, piştî "Navenda koordînasyona hevpar" û "odeya parvekirinê ya îstixbaratê", “odeyên lêpirsînê yên hevpar" hatin avakirin. Li Tirkiyeyê welatiyên ku ji ber zextên dewletê diçin bajarên Herêma Federe yek bi yek li navendên Asayîşê tên binçavkirin. Kesên tên binçavkirin bi beşdariya personelên îstîxbarata Tirk li "odeyên lêpirsînên yên hevpar" tên lêpirsîn. Ji wan der barê jiyana wan a xebatê û malbatên wan de gelek pirs tên kirin. 

Tora sîxuriyê ava dikin 

Hat diyarkirin ku malbata Barzanî û îstîxbarata Tirkiyeyê ji bo li herêmê “toreke sîxurtiyê ava bikin” lez didin xebatên xwe. Di çarçoveya planê de, bi rêya amûrên teknîkî yên tên bikaranîn, agahiyên mirovên welatparêz tên bidestxistin. Piştî ku agahiyên hatine girtin tên analîzkirin, ji bo şantaj û gefxwarinê tên bikaranîn û ferzkirina “sîxurtiyê” tên kirin. Kontrolkirina nasnameyan, girtina bi ser gundan de, binçavkirin û girtin bi taybetî li herêma Behdînan di çarçoveya vê planê de cih digirin.

MA/ERDOGAN ALTAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.