Weşanxaneya Sîtavê du berhemên lêkoler û siyasetvan Prf. Dr. Elî Teter Nêrweyî çap kirin. Her du berhem, li ser dîrokê ne û dê yekem car li Pêşangeha Pirtûkan a Navdewletî ya Hewlêrê bigihîjin ber destê xwîneran.
Yek ji van pirtûkan “Kurdistana Dêrîn-çend vekolînek li dor dewlet, nijad, kultur û dînên Kurdistana dêrîn” e û ji hêla Nezîr Ocek ve hatiye latînîzekirin.
Pirtûka duyem jî “Bizava Siyasî Li Kurdistanê” ye û ew jî ji hêla Mihemed Xelatê Ertoşî ve hatiye latînîzekirin.
NAVENDA NÛÇEYAN