Ji Wardozê du pirtûkên nû 

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 14 Cotmeh 2024 - 00:24

Weşanxaneya Warodozê du pirtûkên nû çapkirin. Mehpûs Serhedî weke berhevkarekî “pêkenî”yan di pirtûka xwe ya bi navê “Sihet Xweş” de kom kiriye. Nivîskar Bahoz Baran jî bi pirtûka xwe ya “Qelenê Dinyayê” 12 çîrokên nû nivîsandine.

Mehpûs Serhedî ji bo pirtûka xwe wiha gotiye; “Di vê pirtûkê da ji gelek deverên Kurdistanê bi dehan pêkenî hene.  Taybetîyeka van pêkanîyan ew e ku gelek ji wan ji ber ku eyb hatine hesibandin û argo ne, nehatine qeydkirin.”

Weşanxaneya Wardozê pirtûka “Qelenê Dinyayê” jî bi vî awayî dide nasîn;

“Mîna gêjan li dora xwe diçûm û dihatim, tiştek tune bû ku pê bigirim, pişta xwe bidimê. Evê dinyaya hanê, li wê valahîyê pişta xwe dabû çi bira jî? Hemû çîrokên bawerîyên mirovan li ber çavê min bûn derew, hezar carî bûn malê dinyayê. Wekî mirovên destpêkê yên ku pê li dinyayê kiribûn û di şeveka şevreş da bi tenêtîya xwe ya çavbeloq hesîyabûn, lerzeka ecêb li canê min ket. Na, pêxember ji ber şaşîyên mirovan peyda nebûbûn, çîrokek lazim bû, baş an jî xirab, yeka hêsan a ku mirov pişta xwe bidinê, bêkokbûna xwe ji bir bikin û bixebitin…”

Di vê pirtûkê da 12 heb çîrok hene: Bêhna ku ji Bîra Min Derneket, Çîroka Paşnavekî, Hostayek li Dinyayê, Birîndarê Dara Gûzê, Serobino, Helbestvana Biçûk û Derewçîn, Tirskovî, Saetsazê li Çarşîya Şewitî, Xezalan di zikê dîya wan da kerûlal dikin, Qelenê Dinyayê, Gencîneger û Nameyên Xapînok.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.