Ji vê derfeta dîrokî nemînin

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 6 Gulan 2023 - 00:25

MURAT AYDIN/M. ZAHÎT EKÎNCÎ/NURNBERG / HAMBURG

 

Li Elmanyayê dengdana ji bo hilbijartinên serokkomarî û parlamenê yên Tirkiyeyê wê heta 9´ê Gulanê deng bê dayîn. Li Hamburg û Nurnbergê hilbijêran bang li xelkê kir da ku beriya 9´ê Gulanê ilehî dengê xwe bidin. Hîna li Elmanyayê qederê milyonek hilbijêr dengê xwe nedaye.  

Alî Ulger ê 61 Kurdekî Elewî yê ji Kayseriyê ye û ev 41 sal in ku li Hamburgê dimîne. Ulger dibêje, “Ji bo ku birçîbûn û sefîlî li Tirkiyeyê bi dawî bibe, demokrasiyeke mayînde bi cih bibe, lazim e her kes dengê xwe bide. Nexasim jî Elewî divê xwedî li vê dozê derkevin. Lazim e Kurd bi ruhê seferberiyê ji bo serketina Yeşil Sol Partiyê bixebitin.”

 

Jin bila dengê xwe bidin Yeşil Solê

Gulsum Ateş 42 salî ye û ji bajarê Tirkiyeyê Tokatê ye. Ew weke jineke ne Kurd bang li jinan dike da ku dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk: “Hilbijartin li ser siberoja me ye. Muxalefeta herî baş a li Tirkiyeyê ya jinan e. Gava em li temsîliyeta jinan jî dinihêrin, ya herî baş a Yeşil Sol Partiyê ye. Min jî dengê xwe helbet da Yeşil Sol partiyê”.

 

Dayê Elîf jî dengê xwe da

Dayê Elîf Sonmez li Hamburgê li şeva piştgiriya Partiya Çep a Kesk bû. Ew 70 salî ye û kurekî wê şehîd bûye û keçeke wê jî li nava refên azadiyê têdikoşe. Ew ji Mereşê, ji gundê Hatçepinar ê Mereşê ye. Li Hamburgê çi çalakî hebe ew li wir e. Li ser hilbijartinan wê got, “Weke Elewiyekê, weke Kurdekê min ji bo jiyaneke insanî û aram dengê xwe da Yeşil Sol Partiyê. Yeşil Sol partî bi ser bikeve ez ê karibim vegerim ser erdên xwe, û dixwazim emrê mayî li wir bibihurînim. Bin dengê xwe em ê siberoja xwe, çarenûsa xwe diyar bikin. Bila her kesê li Hamburgê biçe û dengê xwe bide.”

 

Ji bo gelê Kurd muhim e

Li Nurnbergê 67 hezar hilbijêrên qeydkirî hene. Heta niha tenê 17 hezaran dengê xwe daye. AKP-MHP hilbijêrên xwe dibin ser sindoqan, herçî hilbijêrên Partiya Çep a Kesk in, ew bi derfetên xwe diçin ser sindoqan. Li ser sindoqan hemûya muşahidên Partiya Çep a Kesk hene. 

Bavê şehîd Huseyîn Çelebî ku serokê rûmetê yê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ye, Rofat Çelebî yê 86 salî jî li Nurnbergê dengê xwe da. Rifat Çelebî li ser kursiyê kalan û tûpê oksîjenê çû ser sindoqê. Ew dibêje, ev hilbijartin ji bo gelê Kurd gelekî muhim e û wiha dewam dike: “Bin dengekê xwe da Yeşil Sol Partiyê, û yê din jî da hemşeriyê xwe û kirivê xwe Kiliçdaroglu. Bi dengekî her tişt dibe ku biguhere. Li Ewrûpayê, li Awustralya, Kanada, Emerîka û Japonayayê, em biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.”

 

Her jin divê dengê xwe bide Yeşil Solê

Nurşen Ozyurt ji Tarsusa Mêrsînê ye. Ew ji Ansbachê 40 kîometreyan çûye, da ku dengê xwe bide. Ew dibêje “Bindestên Tirkiyeyê, demokrat, Elewî û Kurd niha xwedî derfeteke dîrokî ne da ku ji rejîma yek zilamê rizgar bibin. Em dikarin destekê bidin Yeşil Sol Partiyê û zora faşîzmê bibin, bi hev re em dikarin demokrasiyê ava bikin. Ji bo ku Peymana Stenbolê ji nû ve lê bibe, her jin, bê îstîsna divê dengê xwe bide Yeşil Sol Partiyê”.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.