- Polîsên dewleta Tirk şevê din li Îzmîr, Stenbol û Enqereyê êriş birin ser Partiya Sosylîst a Bindestan (ESP) û 48 kes kirin nezaretxaneyê ku hevseroka partiyê Ozlem Gumuştaş jî di navê de heye.
Hukûmeta AKP-MHPʼê ya dewleta Tirk ku nikare xwe bi ti awayî li dengekî dijber ragire û li ser hîmê înkar û qirkirinê dimeşe, şevê din bi çeteyên xwe yên bi navê polîs bi ser malên endam û rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan ESP'ê de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş û nûçegîhana ETHA Pinar Gayip jî di nav de 48 kes kirin nezaretxaneyê. Polîsan der barê 52 kesan de biryara girtinê dane.
48 kes xistin nezaretxaneyê
Polîsan li Îzmîr, Stenbol û Enqereyê li dijî endam û rêveberên ESP'ê bi ser gelek malan de girtin. Polîsan li Îzmirê bi ser 12 malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, nûçegîhana ETHA'yê Pinar Gayip, Endamê Meclîsa HDP'ê Sitki Gungor jî di nav de 48 kes kirin binçavan. Hat ragihandin ku dozgeriyê der barê 52 kesan de biryara binçavkirinê daye û ji wan 48 kes hatine binçavkirin. Polîsan li aliyê din bi ser Navenda Giştî ya ESP'ê ya Enqereyê, avahiyên ESP'ê yên Îzmîr û Stenbolê û navçeya Bayrakli ya Îzmirê, Buroya ETHA ya Stenbolê, weqfa BEKSAV'ê de girtin. Polîsan li Navenda ESP'ê piştî 4 saetan lêgerîn kirin, ji avahiyê derketin. Polîsan di serdegirtinan de dest danîn ser gelek komputur, hard û alavan.
Deriyê partiyê şikandin
Polîsan, di serdegirtina avahiyên ESP'ê de, li Îzmîrê deriyê avahiya ESP'ê ya navçeya Bayrakli şikandin. Dîsa bi ser nexweşxaneyê de girtin û xwestin Asil Benler a emeliyat bûye bikin binçavan. Hat ragihandin ku polîs piştî Benler ji nexweşxaneyê derkeve dê bibin midûriyeta polîsan û îfadeya wê bistînin.
Li Amedê jî polîsan endama ESP'ê Zindan Dorudemir a bi şev li cihê kar dixebitî kirin binçavan.
Navê hin ji binçavkiriyan
Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş, Nûçegîhana ETHA'yê Pinar Gayip, Endamê Meclîsa HDP'ê Sitki Gungor, Endama MYK'a SKM'ê Satiye Ok, Hevseroka ESP'ê Ezgi Bahçeci, Hevberdevka HDP'a Stenbolê Pinar Turk, Prz. Kamil Agaoglu, Zindan Dorudemir, Alev Ozkiraz, Ozan Ozgenler, Kerim Altinmakas, Tuncay Kiliç, Ridvan Coşkun, Nesrin Salduz, Kutay Soybil, Efe Ozcan, Hakan Kafadar, Nazli Masatçi, Orçun Masatçi, Mehmet Kuçukgunaydın, Yunus Kara, Medine Çam, Burak Yilmaz.
MA/ENQERE