Hevseroka DBP’ê kirin nezaretê

Çarşem 13 Kanûn 2023 - 00:55

Polêsan doh di saetên sibehê de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi ser mala Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk DBP’ê ya navçeyê Remziye Bayhan de girtin. Polêsên tîmên taybet derî şikandin û tişt serûbin kirin û ew kirin binçavkirin. Hate ragihandin ku ew birine Miduriyeta Polêsan a Mêrdînê. 

Hêjayî bibîrxistinê ye Bayhan piştî 25’ê Tîrmehê gerîlaya YJA-Starê Kader Acar li navçeyê şehîd bû hatibû binçavkirin û ew berdabûn. Hate zanîn ku sedemê binçavkirina Bayhan girêdayî heman bûyerê ye. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.