SEMA ÇAGLAK/JINNEWS / AMED
Pirtûka Roza Metîna “Guliyên Ji Bêhna Şimamokan” a ji 7 çîrokan pêk tê, ji Weşanxaneya Aryenê, derket. Roza destnîşan kir ku pirtûka wê li dijî hişmendiya baviksalar behsa têkoşîna jinên Kurd dike û diyar kir ku wê ji jinên têkoşer feyz girtiye û wiha nivîsiye.
Pirtûka Roza Metîna “Guliyên Ji Bêhna Şimamokan” a ji 7 çîrokan pêk tê ji Weşanxaneya Aryenê, derket. Wêneyê berga pirtûkê ji aliyê Zehra Dogan ve hatiye xêzkirin. Ev berhema Roza Metîna ya şeşemîn e. Di çîrokan de jin li pêş in û priraniya karekteran ji jinan pêk tê. Ligel vê, motîfên kurdewar jî di pirtûkê de xwe nîşan didin.
Rozayê serê pêşî, bal bire ser girîngiya zimanê Kurdî di wêjeyê de û got, “Wêjeya ku bi zimanê dayikê were bipêşxistin xwedî taybetmendiyeke girîng e. Min 3 pirtûkên helbestan, pirtûkeke çîrokên zarokan derxist in û her wiha min antolojya helbest û çîrokên zindanan jî amade kir. Hemû bi zimanê Kurdî bûn. Ji ber ku nivîsandina bi zimankê din xizmeta zimanê kurdî nake. Her kesê ku dixwaze zimanê Kurdî bi pêş bikeve, divê xwedî li berhemên Kurdî derkeve.”
Leheng jin in
Roza Metîna dibêje, “Di gelek roman, çîrok û gotarên mêran de rol û misyonekê gelek lawaz a jinê heye.” û wiha dewam dike: “Gelek qalib û gotinên zayendperest tên bikaranîn. Loma jî pênaseya jinê ya li hemberê vê hişmendiyê girîng e. Gava wêje ji gotinên zayendperest were parastin ji hişmendiya baviksalarî jî tê parastin. Bi taybetî jî di berhema xwe ya “Guliyên ji bêhna şimamokan” de min çîrokên xwe hemû li ser jinê nivisîn. Wekî Dayê Taybet, Cemîle, Sakîne, Sêvê û jinên ku di têkoşîna doza Kurd de berdel dane, min ew kirin mijara pirtûka xwe. Di çîrokên min de jî leheng jin in. Li aliyekî jî li ser motîfên kurdewarî sekinîm. Def, şimamok, deq û kitanên spî di jiyana Kurdan de xwedî cihekî taybet in.”
Roaza ji bergê kitêbê jî razî ye û dibêje, “Bergê pirtûkê ji aliyê Zehra Dogan ve hatiye xêzkirin. Naverok û wêneyê bergê pîrtûkê li hev hatin.”
Rozayê anî ziman ku ji têkoşîna jin û dayikan feyz girtiye: “Wextê ku min ev çîrok nivisîn ji jinên ku li meydana têkoşînê li ber xwe dane, min feyz girt. Gava min li ser dayika Taybet nivisî, vê gelek bibandor li min kir û rondikên min li ser kaxizê bariyan.”
Çima Gulîyên ji bêhna şimamokan?
Roza Metînayê di dawiya axaftina xwe de got, pirtûka wê di heman demê de xêzên ji zarokatiya wê ye û wiha navê kitêba xwe rave kir: “Gulî di jiyana kurdan de xwedî cihekî taybet in. Tê bîra min, gava jinên Kurd ji malbata wan kesekî jiyana xwe ji dest dida, guliyên xwe jê dikirin. Wekî rêbazeke şîngirtinê bû. Lê belê gulî, ne tenê şîngirtin di heman demê de ji bo jinên Kurd wekê sembolekê ne. Her wiha min îlham ji guliyên dayika xwe girtin. Gulîyên diya min stûr û dirêj bûn. Şimamok jî ji bîranînên min ên zarokatiyê tê.”
Nivîskar Roza Metîna li Gundê Fitnê yê Dêrika Mêrdînê hatiye dinê. Ew rêvebera Komeleya Wêjekarên Kurd e, di Komeleya Rojnamevanan a Dîcle û Firatê û PEN'a Kurd de peywir girtiye ser milên xwe û niha di JINNEWS’ê de dixebite.