Ji Siwêdayê bangên alîkariyên mirovî
Şemî 26 Tîrmeh 2025 - 03:00
Du çalakvanên ji Siwêdayê dan zanîn karesateke mezin li Siwêdayê heye û banga alîkarî û parastina mirovî kirin.
Ji 13’ê Tîrmehê ve piştî êrişên komên girêdayê hikumeta veguhêz, li Siwêdayê alozî rû dide. Ji dîmenên ku hatin weşandin, çekdarên hikumetê bi cilên eşîran êrişî kirin û komkujî pêk anîn. Saziyên têkildarî hejmara zelal a qurbaniyan tesbît nekirine, lê li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) hezar û 311 kes hatine kuştin
Çalakvanên ji Siwêdayê der barê mijarê de axivîn.
Nivîskar û çalakvan Raûf Ebû Hecîle anî ziman ku bûyerên li Siwêdayê rû didin tiştekî nû nîn e, lê belê encamên danheveke dem dirêj a paşguhkirina siyasî, aborî û civakî ya li gelemperiya Sûriyeyê ye.
Ebû Hecîle bal kişand ser serhildana gelê Siwêdayê ya li hemberî hikumeta veguhêz û got "Yên ku vê tevgerê bi rêve dibin şêniyên Siwêdayê ne, tu milîsên girêdayî kesekî li vir nîn in. Ev tevgereke sivîl a gel e ku berdewama desthilata xwe li ser me ferz kiriye red dike. Ev desthilat jî wekî desthilatdariya tekfîrî ya DAIŞ’ê dikare were binavkirin."
Semahir El Endarî bal kişand ser rewşa Siwêdayê û got "Rewşa parêzgehê ji hemû aliyan ve karasetî ye. Ji 8 rojan ve em bê hêmanên jiyanê ne, ne ceyran, ne peywendî, ne av, ne xwarin û ne jî pêdiviyên tenduristiyê nîn in. Bi hezaran malbatên ku xwe li gundên ewle girtine, êşa kuştina bi xwîneke sar a zarokên wan û şewitandina mal û milkên wan dikişînin. Zarok ji tî û birçîna dikin hawar, şênî li çolan xew dikin."
ANHA